Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Dilopa Sisêyan

 

   Di bin beyana çirûskeke îcaza di tekrarên Quranê de, îbaretê ji Şeş Xalan e.

   Xala Pêşîn: Quran, ji ber ku kitêba duayê ye û kitêba dawetê ye û kitêba zikrê ye, ew tekrarên ku di sureyên wê de çêdibin, li gor belaxatê, eynî îsabet û eynî hikmet bi xwe ye. Lewra, meqsed ji zikr û dua, sewab e û celba merhemeta îlahî ye. Melûm e ku di babetên bi vî rengî de, bi zêdeyî tekrar lazim e. Da ku li gora wê, sewab bi dest keve û celba merhemetê pêk bê. Him jî tekrara zikrê, qelbê rohnî dike. Tekrara dua, xurtkirin û hêzdarkirinek e. Dawet jî, li gor tekrarê, tesîra wê çêdibe û tekîd dibe.

   Xala Duduyan: Quran, ji ber ku xîtab û derman e ji hemû tebeqeyên beşeriyetê ra; zîrek-xebî, şeqî-mutteqî, zahid-fasiq hemû tebeqên însan, heqê wan hene ku mazharê vê xîtaba îlahî bin û ji vê eczexaneya rehmanî, derman bigrin. Hal ev e ku, xwendina Quranê ya bi temamî, muyesserê her kesî nabe. Lewma, meqsedên muhim, huccet û burhan, xasma di suretên dirêj de hatine tekrarkirin. Da ku her sureyekî, hema bigre ku di hukmê Quraneke piçûk de be û her kes, êdî çi çax bixwaze bi hêsayî karibe, çi sureta ku bixwaze,  bixwîne û bikaribe sewaba Quranê ya tam qezenc bike. Belê, ayeta kerîmeya

وَلَقَدْ يَسَّرْنَا الْقُرْاٰنَ لِلذِّكْرِ

evê heqîqetê îspat dike.

   Xala Sisêyan: Îhtiyacên cîsmanî, bi guherîna dem û dewran, ew jî diguherin; kêm û zêde dibin. Mesela: Hewcedariya bi hewayê, her dem e. Îhtiyaca bi bal avê ve, di dema herareta mîdeyê de, çêdibe. Hewceyiya bi xwarinê ve, her roj heye. Îhtiyaca bi tavê, exleb heftê carekî ye û hwd…

   Her wuha, îhtiyacên manewî jî, wextên wan muxtelîf û cihê ne. Her dem, îhtiyac bi kelîma Ellahê heye. Her gav, îhtiyaç bi besmeleyê; her siet, bi La îlahe îllallah ê heye û hwd…

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat