(Çend Dilopên Ji Mucîzeya Herî Mezin)
REŞHEYA ÇARDEHAN
Dilopa Ewil
Delîlên ku nubuwweta Ehmedî(e.s.w.) îspat dikin, ne hedd e, ne jî hesab e, ji wan re. Tesnîfên ji hêla ehlê tehqîq û însanên payebilind ve ku derheq beyanên wî de hatine kirin, pir zaf in. Bi ecz û qusûra xwe, di eserê min ê bi navê Şûaat ê de, çawa hin tîrojên wê rojê hatine beyankirin; di eserekî minê duduyan ê bi navê Lemeat ê de jî, dereceyên îcaza Quranê, heta çilî hatiye nîşandanê. Û aliyekî belaxata derheq nezma ji wê hêlên îcazê jî, di eserê minê bi navê Îşaratul Îcaz ê de hatiye şîrovekirin. Ji bo yên ku îştahê wan hebe, wan her sê kitêbên xwe, tewsîye û pêşniyar dikim.
Dilopa Dudiyan
Her wekî ku di dersên borî de, hate fehm kirin ku gelek gelek meqam û wezîfeyên Qurana ku Xaliqê erd û asîman, ji bo islah û terbiya benî beşer nazil kiriye, hene.
Belê Quran, tercumeyeke ezeliya kaînatê ye. Û tercumanê ayatên tekwînî ye ku kaînat, wan bi zimanê xwe dixwîne. Û çawa tefsîra evê kitêba alemê ye; her wusa jî, keşşafê defînên esmayê husna ye ku di rûpelên erd û asîman de veşartî ne. Û zimanekî ji alema xeybê ye, ji vê alema li ber çavan ra. Û çawa roja alema Îslamê ye, her wusa jî, xerîteya alema axiretê ye. Û burhan û tercumanek e, ji zat û sifat û esma û şuûnatê Xwedê Teala re. Û her wuha, kitêba şerîetê ye û kitêba hikmetê ye û kitêba dua ye û kitêba dawetê ye û kitêba îbadetê ye û kitêba fermanê ye û kitêba zikrê ye û kitêba fikrê ye ji benî beşer re û wuhareng zahiren her çiqas kitêbek e, lê di wê hêla ku ew ûlûm û fennên ku tê de ne, di hukmê bi hezaran kitêban de ye.