Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

yektiya qelemê dike; lewma ji van yekan tête zanîn ku çiqas mutewafiq û muteşabih hebin, yanî hemû tiştên lihevhatî û lihevçûyî, eserê sen’etê Zatekî Wahîd in.

   Mîna vê hawê, ew suhûlet û hêsaniya mutlaq a ku di çêkirin û îcada mexluqan de tête dîtin, di dereca wucubê de dide îcabkirin  ku temamê mexlûqat, eserê Sanîekî Wahîd in. Eger na, dê zor û zehmetî, bigihîşta dereceyeke bê îmkanî û muhaliyeteke wisan ku temamê rêyên wan new’ û cinsên ku ji tunebûnê dertên hebûnê, li wan bihata girtin. Lewma, çewa ku şirîkê Xwedê Teala yê zatî tune ye. Lewra nîzam û întîzam xera dibe û alem diçe fesadê. Wusan jî, di karê wî de jî, şirîkê wî, tune ne. Lewra ji ber wê zor û zehmetiyê, alem ji tunebûnê nedihate wucud û hebûnê.

   LEM’EYA DONZDEHAN: Ey heval! Çawa heyat, delîlê yekbûn û hebûna Xaliqê bêmîsal e, her wusan mirin jî, delîlê dewam û beqa Wî ye. Belê, çawa ku pelqikên wan çemên ku diherikin, wan behrên ku lêp lêdikevin û temamî tiştên şeffaf ku li ser rûyê erdê dibilisin, bi nîşandayîna tav û tîmsala rojê ve, dibin delîl ji hebûna rojê re. Piştî ku ew şeffafên wek pelqikan diteqin, dimirin û ditemirin; yên mîna wan ku li dû hev (muteselsîlen), têne cîhê wan, ji ber ku dîsa tav û tîmsala rojê nîşan didin; lewma ji dewam û beqaya rojê re şehadetê dikin û nîşan didin ku hemû tav û tîn û şewq û şemal, eserê yek rojekê ne. Han, evan tiştê bilîsok û şeffaf, bi hebûna xwe, delîlê hebûna rojê ne. Bi tunebûn û mirina xwe jî, delaletê dewam û beqaya rojê dikin.

   Her wusa jî, temamê mewcûdat, bi hebûna xwe, delaletê wucûba wucûda Wacîbul Wucûd dikin. Bi mirin û tunebûna xwe ve jî, ew emsalê wan ên ku li dû hev û ji nû ve tên û şûna wan tijî dikin, şehadeta ezelîyet û ebedîyeta Xaliqê Wahid dikin. 

   Belê di hengama guherîna şev û rojan de, li dû hev hatina her çar demsalan de, di guhastina unsûran de, ev muameleya dewr û deweran û teslîmê ya ku di van mewcûdatên xweşik û rindik de û di van mesnûatên letîf û nazik de, daîma destedewrê hev dibin û cereyan dikin; bi şehadeteke qet’î, ji hebûn û yekbûn û beqaya Xwedî cemalekî daîmutecellî û mezin û sermedî re, burhanekî qetî yê şehadetê ne.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat