Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! Qîmeta insanê mumîn, li gor senetên bilindên ku îhtiwa dike û neqşên cîlweyên ku ji eksa esmayê husna ye. Lê qîmeta insanê kafir, bi qîmeta maddeyê wî yê ji goşt û hestî, tê pîvan. Her wuha, ev alema jî, ger bi maneya herfiya ku çawa Quran terîf dike, yanî bi nezera aletekî ku mezinaya Xweda Teala nîşan dide, lê bê nihêrîn, ewqas qîmetdar dibe. Şayet li gor gotina felsefeyê, bi maneya îsmî, yanî, mîna ku tu xaliq û faîlekî ve girêdayî nebe û bi nezera ku herwekî serbestê bi serê xwe ye, lê bê nihêrîn; qîmeta wê, tenê munhasirê maddeyê wê yê guherbar û camid, dimîne.

   Bi vê mîsalê, eşkere dibe ku ilmê ji Quranê hatiye îstifadekirin, çiqas ji ilmê felsefeyê bilindtir e:

وَجَعَلْنَا الشَّمْسَ سِرَاجًا

   Ev hukmê Quranî, ji bo nêrîna li cîlweyên esmayê husna, şibak û pacekî vedike. Awha ku:

   Ey însan! Ev roja han, bi tevî evê mezinaya xwe, musexxer û emirberê we ye. Mal û meskenê we rohnî dike. Xwarina we, bi tîn û germahiya xwe, dipijîne. Xwediyekî wê yê wusa ezîm û rehîm heye ku ev roja, lambeya Wî ye û tavê dide mêvanên Xwe yên ku li misafirxana Wî nin.

   Lê li gor hikmeta felsefeyê, roj; agirekî mezin e; li cîhê xwe de dizivire. Dunya û hemû gersitêrk, ji wan perçeyan e ku ji wir pekyane û hilqetiyane. Bi kêş û cazîbeyê, girêdayî rojê ne û di rêgeha xwe de, tevdigerin.

    Î’lem eyyuhel ezîz! Tu heqqekî însan tune ku heqqekî ji Xweda Telala bixwaze. Bîlakîs her dem deyndarê şukra Wî ye. Lewra, milk yê Wî ye. Însan, memlûk û ebdê Wî ye.  

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat