Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Lewma, bo xilasbûna ji îfrat û tefrîtê, gere meriv muracaetê mîzana îstiqametê bike. Wuha ku:

   Her nîmetekî, du aliyên wî hene:

   Aliyekî wî, Li însan dinêre û aîdî wî ye. Însan dixemilîne û dibe sebebê lezzetê. Dibe sebeb ku însan di nav xelqê de, bijarte û pêştatir be. Dibe wesîla fexr û quretiyê, serxoşiyê. Malikê heqîqî jibîr dike. Dawiya dawîn, însan dixe çela xurûrê.

   Aliyê duduyan: Li yê Munîm û Nîmetbexş dinêre. Kerema wî nîşan dide, dereca rehmeta wî îlan dike, nîmetbexşiya wî beyan dike, ji esmayê Wî re şahidiyê dike. Lewma tewazû, tenê bi aliyê ewil ve, dibe tewazû. Wer ne, kufranê nîmet û nankoriyê, tîne. Tehdîsê nîmet û qal û behsa îhsanê jî, bi aliyê duduyan ve, dibe şukreke manewî û sebebê medhê. Ya na, ji ber ku kibr û xurûrê tîne, sedemê lewm û zemmê ye. Tewazû û tehdîsa nîmetê, bihevrabûn û îçtimayeke wan a awha heye:

   Merivek, paltoyekî wek bi hediye, dide yekî. Gava merivekî din, ji ewî merivê ku palto hilda ye re, bêje “Tu çiqas rind bûyî”. Ger ewî ku palto lê ye, wek cewab bêje “rindî, ya paltoye”. Ew çax, tewazû û tehdîsê nîmetê, dicivîne, tîne ba hev.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Gava ucret tê sitendin û wexta mukafat tê belavkirin, mîkroba çavnebarî û rekabetê, dest bi livîn û lepitînê dike. Lê wextê kar de, dema xizmetê de, qet haya wê mikrobê ji tiştekî çênabe. Hetta merivê teral, yê jêhatî hez dike. Yê zeîf, yê xurt û hêzdar, teqdîr dike. Lê dixwaze bixebite; da ku kar sivik bibe, ji zehmetiyê xilas bibe

   Dunya jî, ji ber ku fabrîqeyek e û bo emelê axiretê û bo kar û xizmetê hatiye saz kirin; her wuha, fêkiyên wan îbadetên ku di wê fabrîqeyê de çêdibin û pêk tên, ji ber ku li alema din, tên xuyan û çinîn; lewma gere di îbadetê de, reqabet tunebe. Wexta ku çêbe, îxlas wunda dibe. Û ewê ku reqabetê dike, teqdîr û pesnê xelqê û mukafateke dunyewî difikire. Feqîrê bêçare nafikire ku bi wê fikrê, îxlasa emelê xwe, betal dike. Lewra, di dayîna sewab û sitendina ucretê de, însan dike şirîkê Rebbê însan û dibe hedefa nefreta însan. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat