وَاِلَيْهِ الْمَصِيرُ
وَاِلَيْهِ الْمَاٰبُ
ku li ser ba’del mewt, yanî vejîna piştî mirinê û vegera însan ya bi bal Xaliqê Rehman û Rehîm, îlan û beyanat didin de, çawa mizgînî û teselliyeke mezin heye; ji bo ehlê îsyanê jî, îşareta tehdîdên mezin hene.
Belê, li gor eyan û beyana van ayetan, mirin; deriyê zewal û firqet û tunebûnê û bîra tarîtiyê nîne. Bes ji bo derketina bal huzûra Sultanê Ezel û Ebed, dergeh û tunêlek e. Bi mizgînî û beşareta vê îşaretê, qelb ji tirs û êş û elema tunebûna mutlaq xilas dibe. Belê, ka li cehennema manewiya ku kufir wê îhtiwa dike û dihundirîne, binêre! Li gor Hedîsa Qudsiya
اَنَا عِنْدَ ظَنِّ عَبْدِى بىِ
ê, Xweda Teala zen û baweriya kafir, diqulibîne ezabekî daîmî yê dilêş. Paşê li derecên lezzeta mumînan a bi îman û yeqîn û piştî gihîştina Xweda Teala û piştî riza Wî û piştî rûyeta Wî ku hasil dibe, binêre! Hetta cehennema cîsmanî, ji bo mumînê arîf, li gor cehennema manewiya kafir, her wekî cennetê ye.
Ey heval! Xêncî wan burhan û delîlên ku delaletê alema ebedî dikin, ew gazî û duayên Muhemmed Eleyhîsselatu Wesselamê Hebîbê Ekremê Mehbûbê Ezelî û tevî enbiya û ewliya û îmamên siddiqîn ên ku li dû wî sef girtine û hemû bi hev re ji duayê wî re dibêjin “Amîn”, ji bo beqa însan a li alema ebedê, burhanekî pir mezin û wesîleyeke kafî ye. Lewra, ev rindî û bedewî û xweşikayî û cemal û kemalên ku serdanpê kaînat rapêçane, ma qet musade dide tiştekî xirab û nerind û pintî û noqsanîyeke qasî ku duayên wî hebîbî nebihîse û qebûl neke? Ma Xwedê Teala, ji hemû noqsan û nerindiyan munezzeh û muberra nîne? Helbet munezzeh e.
Î’lem eyyuhel ezîz! Carnan, îlan û eşkerekirina nîmetên Xwedê Teala û qal û behsa wan, dibe xurûr û quretî. Ketma wan nîmetan a bi niyeta tewazûyê jî; nerind e û nankorî ye.