Û dîsa, zulm û teselluta zaliman û hatina bela û musîbetan, wext in ji bo hinek duayên mexsûs. Heta ku ew wextana, dewam kin; ew duana, ew nimêjana jî, tên kirin. Ger di van wextan de, meqsedên aidê dunyayê, hasil bibin; jixwe nûrûn ela nûr e. Wer ne, meriv nikare bêje ku dua qebûl nebû. Bes meriv kare bêje ku wextê dua hêj neqediyaye; gere dua dewam bike. Lewra, ewan meqsedana, destpêka dua ne, ne netîceya wan in. Lê ew we’da Xwedê Teala ya derheq îcabet û cewabdayîna ji duayan ra; ne eynî qebûlê ye. Yanî dayîna cewabê, îcaba qebûkirinê nake. Îllam cewab tê dayîn. Dua bêcewab namîne. Lê bicîhanîna xwestek û metlûbê, ew girêdayî hikmeta Zatê Mucîb e. Mesela: Gava tu gazî doxtor bikî, îllam cewaba te dide û dibêje “Tu çi diwxazî”. Lêbelê gava tu bêjî “Evê xwarinê yan jî evî dermanî, bide min”, carnan dide; carnan jî, ji ber ku li nexwaşiya te û li bedena te nayê, nade.
Sebebekî qebûlnebûna dua jî ev e ku, dua bi qest û niyeta îbadetê nayê kirin û tenê texsîsê xwestek û metlûbê dikin. Lewma eksul emel çêdibe û eks û dijberê daxwazê diqewime. Di wî îbadetê duayê de, îxlas dişkê; meqbûl nabe.
Î’lem eyyuhel ezîz! Di encama înqilaban de, di navbera herdu terefan de, newalên kûr û fireh derdikevin holê. Li ser wan newalan pireyên wusa lazim in ku bi her du aleman re têkildar be; da ku di navbeyna her du aleman de çûyîn û hatin çêbe. Lakîn, ew pireyanan, li gorî cinsê înqilaban, şekl û şemala wan, mahiyet û maneya wan, nav û nîşanên wan diguherin û ji hev vediqetin. Mesela: xew, di navbera alema hişyariyê û alema mîsalê de pire ye. Alema berzexê, di nav dunya û axiretê de pireyek e. Û alema mîsal, di navbeyna alema cîsmanî û alema rûhanî de, pire ye. Demsala biharê jî, di navbera havîn û zivistanê de, cûreyê pireyeke din e. Lê li qiyametê, înqilab ne yek in. Ji ber ku dê înqilabên pir gelek û mezin çêbin, lazim e pira wê jî, pir ecêb û balkêş bibe.
Î’lem eyyuhel ezîz! Di van ayetên bi vî rengî yên wek