Lê çi ji bo wî bi xwe û çi jî, ji bo zar û zêçan, tedarika melzemên heyatê, wezîfa Xweda ye. Belê, madem yê ku heyat daye Ew e; lewzimata ku heyatê muhefeze dike jî, dê Ew bide. Lê çawa ku hukumat, erzaqê ku li ofêsan de, ji bo esker top dike, bi esker dide paqijkirin û barkirin û hêrandin û pijandinê; Xweda Telala jî, piştî ku lewazimê ku ji bo heyatê lazim in, li ofêsa kurreya erdê çêdike û kom dike, topkirin û karên mayî, bi însan dide kirin. Da ku ji însan re bibe mijûlayî û meşxale û şahiyekî û ji bêhntengiya betalî û tiraliyê xilas bike.
Ey însan! Di wî wextê ku tu hê di rehma diya xwe de bûyî û zarok bûyî û di halekî wusa de bûyî ku, ji îrade û îqtidarê mehrûm bûyî de; ew Xwedayê ku te bi rizqên pir xweş û şirîn, xwedî dike, heta ku tu li heyatê bî, dê wî rizqî bide te. Ca binêre! Cureyên rizqên ku di her feslên biharê de li rû erdê, tên xuliqandinê, kî çêdike û ji bo kê çêdike? Qey nabe nake devê te jî! Yaw tu herî ger û geştê, nav bax û baxçan, wan fêkiyên xweşikên rûken ku bi guliyê daran ve daliqandî ne û bi nazdarî ba dibin û direqisin, tu destê xwe bavêjê, biqetînî û bixwî, qey zehmet e? Wijdan bike! Xwedê însaf bide!
Elhasil, Xweda Teala îttîham neke û terka karê xwe neke û têkilî karê Xweda nebe. Da ku tu qeydê deftera asî û nankoran nebî.
***
اُدْعُونىِۤ اَسْتَجِبْ لَكُمْ
Î’lem eyyuhel ezîz! Îddîayeke wuha neke û nebêje ku hin dua îqtiranê îcabetê nakin û çabe jî, qebûl nabin. Lewra dua, îbadetek e. Fêkiyên îbadetê, li axiretê tê dîtin û çinîn. Lê meqsedên dunyewî, mînanî wextên nimêjê, demên mexsûs in, ji ibadetê duayê re. Ne encam û fêkiyên dua ne. Mesela: ew dema ku tê de berê rojê hate girtin, wextê Nimêja Kusûfê ye. Her wuha, dema nehatina baranê jî, wextê Nimêja Baranê ye.