Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

وَمَا هٰذِهِ الْحَيٰوةُ الدُّنْيَا اِلاَّ لَهْوٌ وَلَعِبٌ وَاِنَّ الدَّارَ اْلاٰخِرَةَ لَهِىَ الْحَيَوَانُ

   Î’lem eyyuhel ezîz! Însan rêwiyek e. Ji zaroktiyê bigre, heta ciwantiyê; ji ciwantiyê, heta extiyartiyê; ji extiyartiyê, heta qebrê; ji qebrê, heta heşrê; ji heşrê, heta ebedê; rêwîtiya wî dewam dike. Tiştên ku ji her du heyatan re lazim in, ji teref Malîkul Mulk ve, hatiye dayîn. Lêbelê ji ber cehl û nezanîna xwe, ewê lewazim û sermîyanê giştî, ji bo evê heyata fanî serf dike. Hal ew hal e, gere herî kêm ji deh paran parekî wê sermayeyê, ji heyata dunyayê re û nehê wê jî, ji heyata baqî re bê serfkirin. Gelo memûrekî ku ji bo gera çend heb memleketan, bîst û çar panot xercê rê, ji hukumatê sitendibe; hê li memleketê ku ewil çûyê, bîst û sê panotê xwe xerc bike, dê li ciyên din, çawa bike? Ewê çi cewabê bide hukumatê? Yê ku awha bike, dikare ji xwe re bêje “ez baqil im”? Lewma, Xwedê Teala, ji bo bidestxistina lewazima her du heyatan, zemanekî qasî bîst û çar sietî, daye. Pirê wî, em ji bo heyata hindik serf dikin û hindikê wî jî, ji heyata dûr û dirêj re dihêlin. Bîst û sê sietê wî zemanî, em li dunya fanî û kin serf dikin. Qe nebe, gere sietekî wî jî, li pênc wext nimêjê, ji bo heyata ebedî bê serf kirin. Da ku tiştekî mîna ku “li dunyayê paşa û li axiretê parsek” neqewime.  

   Î’lem eyyuhel ezîz! Însanê xafil, terka wezîfa xwe dike, meşxûlê bi wezîfa Xweda dibe. Belê, însan ji ber xefletê, ubûdiyeta ku di daîra îqtîdara wî de ye û hêsa ye, terk dike û bi qelbê xwe yê zeîf, dikeve bin wezîfa rubûbiyetê ya giran û di bin de, diperçiqe. Û ser de jî, hemû rihetiya xwe wunda dike û wuhareng, dikeve partiya merivên asî û şeqî û xaîn.

   Belê, însan eskerek e. Wezîfa esker, cuda ye; wezîfa hukumatê cuda ye. Wezîfa esker, telîm e, cîhad e, mudafa tiştên wek dîn û welat e. Wezîfa hukumetê jî, dayîna erzaq û sîlah û cilên wî ne. Lewma, eskerekî ku ji bo temîna erzaq, wezîfa xwe ya aîdê eskeriyê biterikîne û mesela bi tîcaretê re meşxûl be, dibe şeqî û xaîn. Ji ber vê yekê, ubûdiyeta li hemberî ezameta Xweda, wezîfa însan e. Terka kebaîran, teqwa wî ye. Cehd û cedela bi nefsa xwe re, cîhad e. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat