Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ji bo her însanekî, di rêwîtiya heyatê de, du rê hene. Dirêjî û kurtayiya van her du rêyan, yek in. Lê di yekî de, bi şahidî û tesdîqa ehlê şuhûd û ehlê wuqûfê, ji deh paran neh par, îhtimala menfîetê heye. Rêya duduyan, bereks û berevajiyê ya ewil e. Ji deh paran, neh par îhtimala zirarê heye. Yê di rêya duduyan de diçe, ne sîlaha wî heye, ne jî zad û zexîre. Bi rastî, wê di rê de, rastî tirsên pir zêde were; her wusan jî, ji bo tedarika îhtiyacan, dê bikeve binê minnetê gelekan. Lêbelê ew kesê ku dikeve rêya ewil, him sîlaha wî, him jî erzaqê wî li cem in. Pir serbestane diçe. Rêya ewil, rêya Quranê ye. Rêya duduyan jî, rêya kufranê ye.

   Belê, bi şehadeta ehlê şuhûd û pisporan sabît e ku yê ku bi xêr û bereketa îmanê bimeşe, di nav emn û emanê de ye. Û paşê gava dighêjê paytexta hukumetê, ji dehan neh îhtimal, dê xelat bigre. Feqet yên ku di nav tarîtiya dalaletê de diçin, di rêwîtiyê de, ji ber birçîbûn û tirsê, piştî ku dikevin bin zîllet û minneta her kesî û her tiştî, gava dighên merkeza hukumetê jî, dê ji dehan nehê wan, yan îxdam bin, yan jî mehkûmê hepsa ebedî bin. Lewra, yê baqil, tiştekî bi zirar, ji bo sivikayiyeke dunyayê ya piçûk, tercîh nake.

   Qesta me ji ehlê şuhûdê, ewliyaullah in. Lewra, yê xwedî welayet, wan tiştên ku xelqê ewam pê bawer dikin, bi çavên xwe temaşe dikin. Lê sîlah û zaxîreyên wan kesên ku di rêya Quranê de diçin, tewekkula ku bi Qadirê Mutlaq û Xeniyê Kerîm dikin, pêk tîne. Lewra, tewekkul, noqta îstinad û îstimdadê îhtiwa dike, yanî xala xwesipartin û hêvî û hawarê pêk tîne. Ev xalanan jî, kelîmeya tewhîdê, dixwazin. Kelîma tewhîdê jî, nimêjê îqtiza dike. Nimêj jî, ruknekî îbadetê yê esasî ye. Ya ku îbadetê emir dike, teklîf e. Yê ku mukellefiyeta xwe, tîne cîh, xwarin û kinc û îhtiyacên wî yên din ên di dema mukellefiyetê de, wek mukellefiyeta eskerî, ji xezîna Rehman tê dayînê. Mukellefiyeta eskerî, du sal û nîv e. Lê mukellefiyeta ubûdiyetê, muddetê umr e. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat