Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

 

 

بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ

 

وَالتِّينِ وَالزَّيْتُونِ   وَطُورِسِينِينَ

   îla axîrî sûre           

   Î’lem eyyuhel ezîz! Mukemmeltiya senetê ku di her mesnûekî de pêk tê, çawa delalet dike ku Sanî li her derê ye û li bal her mesnûî ye; her wusa jî, delalet dike ku Sanî, ne li tu derê ye û ne li bal tu mesnûî ye.

   Û dîsa, însan bi sebeb ku muhtacê her tiştiye, xêncî Zatê Eqdesê ku melekûta her tiştî destê Wî de ye û xezîna her tiştî li bal Wî ye, nikare ji tu kesekî re îbadetê bike.

   Û dîsa, însan di hêla wucûd û îcad û xêr û fîîl ê de, wusa piçûk û pepûk e ku jêrtirê ji morî û mêşa hingivê ye û zeîftirê ji pîrhevokê ye. Lêbelê di hêla adem, texrîb, şer, înfialê de, ji erd û ezman û çiya, mezintir e. Mesela: gava qencî û xêran dike, hebbe hebbe dike. Lê gava xirabiyê dike, qubbe qubbe dike. Belê, mesela, bi xerabiya kufrê ve, heqaretê li hemû mewcûdatê dike; ji qîmetê de dixe.

   Û dîsa, însan di alîkî de, her çiqas îradeke wî ya qasî mûyê û hukmekî wî yê qasî zerreyê û heyateke wî ya qasî çirûskê û umrekî wî yê qasî deqeyê û hebûneke wî ya qasî parîkî hebe jî; lê ji hêla din ve, ecz û feqreke wî ya bê dawî jî heye. Eyneyeke fireh a tecelliya Qadirê Mutlaq û Xeniyê Mutlaq e.

   Û dîsa, însan li hêla heyata dunyayê de, dendikek e. Da ku fêkî û sumbulên pir mezin bide. Ger cîhazên ku bi emanetî jê re hatine dayîn, ji bo bidestxistina hinek maddeyan, mîna mirîşka ku xwelî û gil û gemarê dikole, xerc bike; dê bê fayde pûç be, here. Lê di aliyê heyata manewî de, dareke daîmî û ebedî ye ku emel û xwestekên wî dirêjî heta ebedê dibin. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat