Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   LEM’EYA DEHAN: Ey heval! Ji behs û beyana borî, hin mînak û mîsalên xatemên tewhîdê yên ku bi jîn û vejîn û jîndaran (heyat, îhya, zewîlheyat) ve, li ser her cuz û cuziyekî û her kull û kulliyekî û li hemû kaînatê ketine, hatin fêhm kirinê. Aniha baş guhdarî ke! Emê ji wan mohr û sîkkeyên wehdaniyetê yên ku li ser enwa û kulliyata kaînatê ketine û têne xuyan, yekî bi tenê beyan bikin. Mesela:

   Rehetî û zehmetî ya di çêkirina yek meyweyekî û yek dareka tijî meywe de, mîna hev in. Lewra her du jî, li merkezekî dinêrin. Û girêdayî qanunekî ne. Babet û terzê çêbûna wan, yek in. Malume ku bi saya yekbûna merkezê, yek awabûna qanunê û yekîtiya terbiyeyê, kulfet û meşeqet û mesref kêm dibin û rehetiyek wisan peyda dibe ku, dareke xwediyê fêkiyên pir, wexta teslîmê destekî bi tenê bibe û çêkirina meyweyekî bi tenê, teslîmê gelek destan bibe, herdu qisim jî di rehetiya çêkirinê de mîna hev dibin û di nav çêkirina wan de ferq tune ye. Lewra ew cîhazat alet û edewat û hwd. ên ku ji bo çêkirina meyweyekî ku ji wan mirovan re lazim in, eynî ewqas melzeme ji wî mirovê ku dara meywedar çêdike û xwedî dike re jî lazim in. Feqet di keyfiyetê de dibe ku hinek ferq hebin.

   Mesela: Ji artêşeke esker re, waxta ku cil bêne çêkirinê, çiqas alet û edewat û makîne lazim bin, ji bo cilê yek eskerekî jî, îhtiyac bi eynî ewqas alet û edewatan heye. Her wuha kitabek wexta ku bête çapkirinê, buha û mesrefa wê ya matba û çapxanê ya hezar nusxeyî û ya yek nusxeyekî, eynî yek e. Heta hinek caran ucreta yek nusxeyekî, bêtir buha tête sitendin. Ji ber vê qasê, mirov ku kitaba xwe di çapxaneyekê de çap neke, serî li pir çapxanan bide, divê çend qat zêde ucret were dayîn. Belê, wexta pirayî(kesret), berê wê neyê dayîn bi bal yektiyê(wahdet) ve, ew çax mecbûriyet çêdibe ku berê yektiyê, bête dayîn li bal piraniyê. Nexwe hêsaniya xarîqe ya di çêkirina new’ekî belavbûyî de, girêdayî bi sirra wehdetê û tewhîdê ye.

   LEM’EYA YANZDEHAN: Ey heval! Ew tewafuqa di navbera ferdên new’ekî de û ew hevçûn û wekheviya di nav ezayê esasî yê enwayê cinsekî de, ji ber ku delaletê li ser yekbûna sikkeyê û 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat