Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

    “Na bavo! Ez di hifz û hîmaya van derman û tilsiman de me. Ew kêf û lezzet û hezza ku ez ji wan digrim, besî min e. Lêbelê, ku tu karibî wê mirina ku wek şêr, dir û dirinde ye, bikujî û karî sêpêyê bişkênî û devê qebrê bigrî û karî birînên min ên firqet û zewalê ku heyata min marûzê wan e, tedawî bikî û biqulibînî heyateke baqî û daîmî; bila bi gotina te be, ez bi te re bireqisim. Yan na, ber çavê min bicehime, here! Tenê tu dikarî serxoşên wek xwe, bixapînî. Ez ne serxoş im. Ez ne hewceyê dunya we û kêfa we me.

   Lewra,

حَسْبُنَا اللّٰهُ وَنِعْمَ الْوَكِيلُ

الْمَوْلٰى وَنِعْمَ النَّصِيرُ

besî min e."

   Î’lem eyyuhel ezîz! Telebeyên felsefeyê û şagirtên medeniyetê, gava muslumanan gazî bal îttîbaya edetên ecnebî û terka şeaîrên Îslamî dikin, nûrcî û nûrwan ên Quranê, awha mudafa dikin:

   “Ger hûn bikaribin zewal û mirinê, ji dunyayê û acz û feqrê, ji însan rakin; bila ya we be, terka dîn jî bikin û şeaîr jî rakin. Yan na, devê xwe bigrin, qise nekin. Va ye binêrin, li pişt me şêrê ecel, pencê xwe vekiriye li êrîşê ye û gefa li me dixwe. Gava bi guhê îmanê, guhdariya dengê Quranê bikî, ew şêrê ecel, dibe boraqekî; dê me bighîne rehmeta Rehman. Yan na, ew ecela, dê wek heywanekî har, me pirtî û parî ke. Wek mîna îtiqada we ya batil, dê bi fîraq û firqeteke ebedî, bela belayî bike. Û dîsa, li pêşya me sêpêyên îdamê danîne. Gava bi îman û îqanê, guh bidî îrşada Quranê, dê ji wan darên sêpêyan, keştiyeke mîna gemiya Nûh bê çêkirin û te bighîne perav û sahîla selametiyê û yanî alema axiretê.

   Û dîsa, li kêlaka me ya rastê birîna feqrê, li çepê jî, kula eczê heye. Gava bi dermanên Quranê tedawî bikî, ew çax feqra me, diqulibe şewq û îştiyaqa ziyafeta rehmeta Rehman. Ecz û ze’f a me jî, ji bo dexaleta dergahê îzzeta Qadirê Mutlaq, dibe tezkereyeke dawetê. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat