Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ji muhr û sîkkeyeke tewhîdê ya herî eşkereya mexsûsê Xwedê Teala ku teqlîda wê ne mumkun e, xulqa ji tiştekî basît a eşyayê cihêrengê bêhesab e. Belê, xulqiyeta bi hezaran new’ û nebatên cûrbecûr a bi qudreteke bê dawî û bi îlm û îttiqaneke pir mezin û bi sehl û hêsayiyekî, burhaneke tewhîdê ya wusa ne ku him teqlîd û him jî tenqîd û rexna wê, ne mumkun e.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Wezîfeyeke însan a heyatê ev e ku sifat û kar û kiryarên xwe yên cuzî, ji bo fêmkirna sifat û şuûnê kullî yên Xaliq, bike mîqyas û mîzan. Lê emma, ji bo fehmkirina şuûnatê Wî yê mezin ê ku li heşra alema axiretê û vejiyandina miriyan a li qiyametê û wuhareng rewşa umûmî, bes qiyameta fesla payîzê û heşra biharê, di qiyameta mezin a kubra de, dikare bibe mînak û mîqyasa şuûnatê Xaliq.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Meseleya merivê ku muslumanan gazî heyata dunya ya ku di mesaba lezzetên heram û xewar û tevzonek de ye, dike û her wuha ji daîra xweş û geş a ku Xweda Teala helal kiriye, teşwîqê sergoyê xebîs û xerabiyên heram ên pîs dike, dişibihe serxoşekî wusa ku:

   Şêrê dir û dirinde û hespê ehlî yê dostyar, ji hev dernaxe. Firqa dara sêpêya îxdamê û sêpêya cîmnastîkê, ji hev nake. Birîna bi xûn û gula sor, ji hev ferq nake. Serda jî, xwe murşîd û rêzan dizane û derdikeve qada îrşad û şîretê.

   Di dema îrşadê de, rastî merivekî tê. Li pişt mêrikê reben û belengaz, şêrekî dir û dijwarê bi saw, sekiniye. Her wuha, li pêşiya wî, dareke sêpêya îxdamê hatiye danînê. Li her du kêlekên wî de jî, du birînên xedar hene. Lê di destê wî mirovê hejar de, du derman hene. Û di dev û dilê wî de, du tilsim hene. Gava wan bikarbîne, dê şifa bibîne. Û şêr diqulibe hespê û dibe hespekî wek boraqê. Ew dara sêpêyê jî, dibe maseyeke bilind û li ser wê rûdinê, rewşa alema ku her tim diguhere û dîmenên bihorîk, temaşe dike. Ew mêrikê serxoş, ji wî merivê feqîr re dibêje ku:

   “—Yaw ew çi derman û tilsim in, tu vedişêrî? Wana bavêje, li kêfa xwe binêre!”

   Merivê feqîr:

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat