Va ye, ji vê fealiyeta hekîmane tê fehm kirin ku; ji van eşyayê herikbarê ku bi lehiya zeman tên û diçin û ji wan roj û sal û esrên borî, bi guhertina şev û rojan, gelek mal û mamûlên xeybî û uxrewî têne çêkirinê. Belê, ew tewn û neqş û nimûşên ku di fabrîqa însanê ku di hukmê fîhrîsta alemê de ye, têne lidarxistin û hunandin, evê heqîqetê rohnî dike. Êdî ku wusan e, di vê dunya fanî de mirin û fena, di alemên xeybê de, diqulibin beqayeke safî û baqî dimînin. Belê, hinek riwayetan de jî heye ku: Deqîqeyên umrê însan, vedigerin bi bal însan. Yan bi xefletê û wek tarîtiyê têne îade kirin; yan jî, bi qenciyên rewnak, para dizivirin.
Î’lem eyyuhel ezîz! Em dibînin ku di teswîra ferd û cuzan de, huner û hostatiyên Saniê Hekîm ên gelek gelek mezin hene. Belê, çewa di alema heywanan de, yên gelekî mezin û gelekî piçûk hene, her wusa, di nav teyran de, masiyan de, melaîketan de û ecram û aleman de jî, ferdên wanê pir piçûk û pir mezin hene. Hikmeta ku Xwedê Teala di van huner û senetan de, teqîb kiriye:
1- Ji bo tefekkur û îrşada însan, lutf û alîkariyek e.
2- Ji bo xwendin û fehmkirina mektubên qudretê, hêsaniyek e.
3- Ji bo ravekirina kemala qudretê ye.
4- Ji bo nîşandana senetên Celalî û Cemalî yên bi herdu cûreyan e.
Her wuha, nivîsên pir hûr, her kes nikare bixwîne û tiştên zahf mezin jî, nakevin bin îhata nezerê. Va ye, ji bo ku îrşad hêsa û berfireh be, hinekan bi herfên piçûk û qismek jî bi herfên mezin nivîsandiye û wuhareng, îcaba îrşadê bi cih hatiye.
Lêbelê nefsa emmareya ku şagirtê şeytan e, piçûktiya cismê, dike sebeb ji piçûktiya senetê re û çêbûna wan a bi destê sebeban, normal dibîne. Û her wuha, îddîa dike ku çêkirina cîsmên pir mezin jî, bi huner û hikmet, nehatine çêkirin. Wuhareng, di alîkî de, hewaleyî tesadufê dike.
Î’lem eyyuhel ezîz! Çi di wucûdê de, çi jî di rizq de, dayîn û bereketeke xayet zêde heye. Ev rewşa jî, dûrî hikmetê û nêzîkî abesiyetê, tê dîtin. Belê, ger tişta ku tê xuliqandin, ji bo yek xayekî tenê, bê çêkirin; heqqê te heye. Lê emma xaye, gellek pir in.