Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   İ’lem eyyuhel ezîz! Sebebê wan êş û elemên ku ji evqas firqet û hîcranên xemnak dertên, tu bi xwe yî û qebahet, ya te ye. Lewra ewê hub û hezîyê, ne di cihê wî de, serf dikî. Eger tu wan muhebbetan kom bikî û berê wan bidî Wahîdê Ehed û bi izna Wî û li ser hesabê Wî serf bikî, tu yê carkî de, bighêjî hemû hezkirî û mehbûbên xwe û bibî naîlê dilşadî û kêfxweşiyan.

   Belê, mirovekî ku xwe bispêre sultanekî, çewa ku sultan eleqa wî bi her tiştî re heye û bi her kesî re û li her ciyî, îmkana ragihandin û têkiliya wî heye; ew mirov jî, bi saya mensûbiyeta xwe, ji van imkanatan, li gora xwe îstifade dike û bi wan re têkildar re.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Mesela, mirovekî ku derheq rewşên heyvê de, yan jî derbarê rastiya pêşerojê de, melûmat bide te, tu hazîrî ku temamê malê xwe, bidiyê. Lê emma Resulê Rehmanê ku ji Xaliqê wê heyva ku di daîra mulkê Wî de, wek mêşekî ye, xeberê tîne û di heqê meseleyên mezin ên wek ezel û ebed û heyata ebedî û heqîqetên eşya de, melûmatê dide û te ji perîşaniyetên manewî û ji dalaletan xilas dike û berê te ji kesretê dizivirîne û raberî rêya wehdetê dike û wuhareng rêya rast nîşanî te dide û bi wê baweriya bi heyata ebedî, ava heyatê bi te dide vexwarinê û te ji agirê fîraq û firqetê xilas dike û merziyat û daxwaza Xaliq radighîne te û ji muxabereya Sultanê Ezel û Ebed re, tercumaniyê dike, guhdarî nakî! Û terka hewa û hewesa nefsa ku dibe maniê teslîmiyeta –bi îman ya– wî Muxbirê Sadiq, nakî!

   Î’lem eyyuhel ezîz! Em dibînin ku Saniê Hekîm, bi kemala hikmeta xwe, ji tiştên pir adî, pot û pertalên mucîzewariyên gelek xarîqe, çêdike. Û dîsa, ji bo ku îsraf û abesiyet çênebe, yek ferdekî, di wezîfên cûrbecûr de, wezîfedar dike. Hetta di serê însan de, ji bo nîşandana wan wezîfeyên ku însan pê hatiye wezîfedar kirin, ger ji bo her wezîfeyekî, îcaba îşaretekî maddî yê qasî neynûkê hebûya, gere serê her însanekî bi qandî Çiyayê Tûrê mezin bûya. Da ku xwediyê wezîfan, tê de bi cîh bûbana.

   Û dîsa, ziman bi tevî wan wezîfeyên xwe yên din, ji xezîneyên erzaq û ji hemû tam û xwarinên ku di metbexa qudretê de tên pahtin re, mufettiş e. Û ji bo hemû tamên wan nîmet û xwiregan, pisporekî ta’m zan e.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat