Î’lem eyyuhel ezîz! Li pêşiya te, meseleyên wusan pir bi tirs û saw û mezin hene ku mirov mecburê tevdîr û dîqqetê dikin.
Yeke wî: Mirin e; ku fîraq û firqetek e ku insan ji dinyayê û ji temamê hezkir yên wî vediqetîne.
Ya dudûyan: Rêwîtiya ber bi memleketê ebedî ye ku tirsnak û bi xof e.
Ya sisêyan: Umir hindik e; rê dûr û dirêj e; tevdîra rêwîtiyê nîne; quwwet û qudûm tune; rûbirû mayîna bi êş û azarên elîm ên wek ecza mutleq, hene. Êdî ku wusan e, ev çi xeflet û nîsyan e? Mîna hêştirmê/çûkdevê, serê xwe dikî qûma nîsyanê, berçavkên xefletê dikî çevê xwe. Da ku Xweda te nebîne yan jî tu Wî nebînî. Heta kengê, tu yê ehemmiyet bidî van tiştên fanî û zaîl û ji yên baqî û daîmî xeflet bikî?
Î’lem eyyuhel ezîz! Hemd û şukur bo Xwedê Teala ku meseleyên pir girîng, bi ferqa manewiya di navbera îsim û herfa ku ji ilmê nehwê ye, bi min da zanîn. Awha ku:
Herf, çawa ku aletek e, xizmetkarek e ji bo îzaha mena xeyran e; ev mewcudat jî, ji bo îlan û îzah û eyan û nîşandana tecelliyatên esmayê husna, hin mektûbên îlahî ne ku tê de mucîzeyên qudretê û xarîqeyên senetê û delîl û burhan hene. Ku bi vî çavî, mirov li mewcudat binêre, ilm e, îman e, hikmet e. Ger wek îsim, bi hêla musteqiltiyê û wek meqsûdê bizzat, bête nihêrtin, dibe kufran û nankorî û cehlê murekkeb, yanî nezanîna nezanînê.
Û dîsa, bi ferqa di navbera kullî û kull ku mesela ilmê mantiqê ye, ez gelek meseleyên ku aîdê rubûbiyetê ne, hîn bûme. Cemal û ehediyet, di nav şumula
كُلِّىٌّ ذُو جُزْئِيَّاتٍ
de ye. Celal û wahidiyet jî, daxilê unwana
كُلٌّ ذُو اَجْزَۤاءٍ
e.