Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Mesela, rizqê xwe yê cuzî, dibe ku bispêre hinekî sebeban. Feqet gava li wî erdê ku kaniya rizq e û zivistanê hişk û biring û berf e; biharê de jî, bi rizq û nîmetan tijî ye, binêre; ew çax qenaeta wî çêdibe ku xêncî Xweda yê ku erdê vedijîne û rizqê jîndaran didiyê, tu tiştekî ku rizqê wî bide, tune ye. Û dîsa, însan ronikayiyeke piçûka mala xwe, yan jî nûreke piçûka qelbê xwe, dibe ku îsnadê hinek sebeban bike. Lê weqta têbighê ku ew ronahî, ji tava rojê ye û ew nûr, girêdayê bi nûra çavkaniya nûran e; ew çax, dê fehm bike: Ewê ku qalik û qalibê wî, rohnî dike, nûrê dide qelbê wî, bes Ew Fatirê Hekîm e ku roj û şevan li hev diqulibîne.

   Û dîsa, wucûda te, di hêla hebûn û eyanbûnê de, bi nisbetê wucûda Xaliq, mîna nîspeta wucûda wan mexluqan e ku delaletê li ser wucuda Xaliq dikin. Lewra tu, bi hêlekî ve, delaletê li ser hebûna xwe dikî. Lê hemû mewcûdat, bi hemû zerratê xwe, delaletê hebûna Xaliq dikin. Êdî ku wusa ne, hebûn û eyanbûna wucûda Xaliq, biqandê hejmarê zerratê kaînatê, ji wucûda te, eyantir û eşkeretir e.

   Û dîsa, ew sebebên ku te sewq dikin bi bal hezkirina ji nefsa te:

   1- Maden û kaniya hemû lezzetan, nefs e.

   2- Navenda wucûdê û menba menfîetê, nefs e.

   3- Ya herî nêzîkî însan, nefsa wî ye” tu van yekan dibêjî. Belê, baş e.

   Feqet ew Xaliqê wê nefsê ku di dêl van lezzetê fanî de, lezzetên daîmî dide mirov, ma bêtir layiq nîne ji bo îbadet û hezkirinê? Ew nefsa ji ber ku merkeza wucudê ye, ku hêjayî hezkirinê be; ew çax, yê ku ewê wucûdê çêkiriye û Xaliqê ku qeyyûmê wê wucûdê ye, ma musteheqtirê îbadet û muhebbeta zêdetir nabe?

   Ew nefsa ji ber ku me’dena menfîetan e û herî nêzîk e, ku dibe sebebê hezkirinê; Nafî’ û Baqî û Qerîbê ku hemû xêr û rizq, di dest de ne û ewê nefsê çêkirye, ma qey layîqtirê muhebbeta zêdetir nîne? Lewma, lazim e ku meriv hemû hubb û hezîyên xwe yên ku li hemû mewcudat hatine parve kirin, kom bike û tevî muhebbeta xwe bike û hemû bi hev re hediyeyê Fatirê Hekîmê ku Mehbubê Heqîqî ye, bike. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat