Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! Her çiqas di nav zahir û batin de, (der û hundir) muşabehet û mînanî hebe jî, di heqîqetê de, gelek ji hev dûr in.

    Mesela, tewhîda zahîrî ya ku amiyane ye, ev e ku: Lazim e her tişt li Xweda bê sipartinê. Nefiy û reddeke wuha, hêsa û rihet e. Lê tewhîda heqîqî ya ehlê heqîqetê, tevî ku her tiştî teslîmê Xwedê Teala dikin, her wusa jî, ewan muhr û sîkkeyên ku li ser her tiştî ne, dibînin û dixwînin. Ev îsbata huzurî, xefletê radike.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Kafirê ku bi qesden û bizzat, mêla wî li ser heyata dinyayê ye û xwe pê ve girêdaye, hikmeta paşvaxistin û muhletdayîna ji cezayê wî re çî ye? Û bilakîs, bi çi hikmetê, di tereqiyata maddî de, bi ser dikeve?

   Belê, ew kafira, bi terkîb û sifatê xwe, ji nîşandana wan nîmetên ku Xwedê Teala ji beşer re teqdîr kiriye –bê ku xebera wî jê hebe– re xizmetê dike. Û rindiya senetên îlahî yên rind, bê hemdê xwe, tenzîm dike. Û ji quwweyê derdixe fîîlê û wuhareng bala nezeran dikşîne ser balkêşiya sene’etê îlahî. Lê çi fayde, haya wî jê tune. Nexwe, ew kafira, wek saetê, haya wî, ji karê wî, tune ye. Lê ji newê beşer re xizmetekî wî yê pir mezin heye ku weqtan dide zanîn. Ji ber vê sirrê, di dunyayê de, xelata wê xizmetê, dibîne.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Mirovê ku tewfîqa Îlahî jê re bibe refîq û heval, bêyî ku bikeve berzexa terîqetê, kare ji zahir, derbasê heqîqetê bibe. Belê, min rêya heqîqeta terîqetê –bê terîqet– bi awakî feyza îlahî, di Qur’anê de dît û hinek jê girt. Û dîsa, min ji ilmên heqîqî yên meqsudê bizzat re, bêyî xwendina ilmê aletê, rêyeke destxistinê dît.

   Ji bo ewladê vî zemanê bi lez û sur’et, dayîn û îhsana rêyeke kin û selamet, ji şanê Rehmeta hekîmane ye; elbet.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Tiştê ku însan dixe xefletê û dibe maniyê ubûdiyeta ji Xweda re, ew e ku, mirov nezera xwe ya cuzî, di tiştê cuzî de hesr bike. Belê, ewê ku bikeve nav cuziyan û nezera xwe hesrê ser wan bike, derketina wan eşyayê cuzî ya ji sebeban, mumkîn dibîne. Lê gava serê xwe bilind bike, li new’ û cinsan binêre, cewaz nade derketina cuzekî herî piçûk a ji sebebekî herî mezin. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat