Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   LEM’EYA HEŞTAN: Lazim e ku meriv rind bala xwe bide ewî rizqê ku wek xwarin li mexlûqat, baxusûs li heywanat, tê parve kirin; ku ev rizqê han, di wextê mueyyen de, digihêje; di wextê ihtiyacê de, tête şiyandin. Û di wê sewqiyata ku li gora ihtiyaca wî tête kirin de, întizam û pîvaneke mezin heye. Va ye ev rehmet û înayetên muntazam û berfireh ên derheqê evî rizqê umûmî de ku têne xuyanê, bes bi xatema xas a zatekî wusa ye ku her tiştî xwedî dike û her tiştî îdare dike û her tişt, di bin destê wî de ye.

   LEM’EYA NEHAN: Binêrin! Çawa ku li ser alema erdê û li ser hemû beş û birran, xatema ehediyetê tê xuyanê; her wusan, li ser cûre û cuzên ku di erd û asîman de belav bûne û unsûrên ku alemê de, her tişt rapêçane jî, eynî ew mohra ehediyetê heye.

   Belê wexta li zeviyekî toxim bête reşandin, ji wê tê zanînê ku ev zeviya han, mulkê xwediyê toxim e. Û ew toxima jî, malê xwediyê wî erdî ye. Yanî ew erd û toxim, ji hev re dibin şahid.

   Wekî evê mîsalê, ew mesnûatê ku di kaînatê de ne, wekî toxim in. Alem û anasir jî, wekî zeviyê ne. Her du teref bi zimanê halê xwe, şahidî didin ku masnûat û alema unsûran, yanî toxim û zevî û dorhêl û naverok, tev di bin destê tasarrûfa Sanîekî Wahîd de ne. Nexwe çawa ku tasarrufa heqîqî ya ku li mexlûqekî herî piçûk û werhatina rûbûbiyetê ya li mewcûdekî zeîf, xasê bi Wî zatî ye ku anasir û alem tev di bin destê quwet û qudreta Wî de ne; her wusan jî, çi unsûr dibe bila bibe, dewr û debara wî jî, dîsa eynî mexsûsê wî zatî ye ku hemû heywanat û nebat, di qebzeya rûbûbiyeta xwe de girtiye û xwedî dike. Va ye xatema tewhîdê ya ku em dibêjin, ev e. Ger niyeta te ya xwedî derketina li tiştekî hebe; kerem ke, derkeve, xwe biceribîne. Kanê binêre, çi dibêjin! Tiştekî herî piçûk û zeîf, dibêje “Ewê ku cûreyên cinsê min çêkiriye, tenê ew e ku dikare xulqa min bike”. Lewra di navbeyna ferdan de, mînanî û misliyet heye. Û new’ û cinsekî herî piçûkê ku li temamê rûyê erdê belav bûye, dibêje ku “Tenê xaliqê erdê, dikare xulqa min bike”.

   Ka li erdê binêre, erd çi dibêje! Ji ber ku di navbera wî û asîman de, dayîn û sitendin heye, dibêje ku “Yê ku kariye ez çêkirime, bes ew e ku hemû kaînatê çêkiriye”. Lewra di navbera wan de, tesanud û hevkarî heye. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat