Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

wê letafet û xweşkayiyê, hinek zinarên bed û bêteşe, tiştên tund û tevlihev –wek heykelên çiya û şikeftan– jî, dikin nav baxçê xwe. Da ku bi nerindî û bêîntîzamiya wan tiştan ve, letafet û rindiya baxçe, bi zêdeyî bibriqe û biçilwile. Lewra,

اِنَّمَا اْلاَشْيَۤاءُ تُعْرَفُ بِاَضْدَادِهَا

   Lakîn yekî zana, gava li dîmenê wî baxçeyê ku tê de hemû zid(hevdij), bi hevra ne, binêre; fehm dike ku ewan tiştên bed û tund, bi qest û emd hatine çêkirin. Da ku xweşikayî, întîzam, letafet zêde bibe. Lewra tişta ku xweşikayiya xweşikan, zêde dike; nerindiya nerindan e. Nexwe, tişta ku întîzama wî baxçeyî bi temamî dikemilîne, ewan tiştên nerind in. Û li gor dereca bêîntîzamiya wan nerindan, xweşikayiya baxçe, zêde dibe.

   Her wusa jî, di nav mexlûqat û mesnuatê di baxçê dinyayê de ku bi nîzam û întîzama sîstema herî pêşketî, hatiye çêkirin de –çi heywan dibin, çi nebatat, çi jî cemadat– hinek tiştên zişt û nerind û bêîntîzam jî, peyda dibin. Mirovê ku bi xeyalekî şaîrane yê pir bilind û berfireh, ewê dîmena baxçê dunyayê temaşe bike, dê bibîne ku nerindî û bêîntîzamiya van tiştan, zînet û xeml û xêz in, ji baxçê dunyayê re ku ji teref Sanîê Hekîm ve, bi qestî hatine çêkirinê.

   Her wuha, ger ew tiştana bi qesdî nebûna, di şikl û eşkalê wan de, ev nemînahevbûyîn û cihêrengî ya bi hikmet, çênedibû. Belê, di texaluf û cihêrengiyê de, qesd û emd heye. Delîlekî vê, ev e ku her însan, bi sîmayê xwe ve, ji temamê însanan cuda ye.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Meziyeteke camîiyeta însan, a ku wî ji heywan vediqetîne ev e ku ew tesbîhat û tehiyyatên ku mexlûqat ji Wahîbul Heyat re dikin, fehm dike. Yanî, însan çewa ji xeberdanê hev fehm dike; bi guhê îmanê, hemû tesbîhatên jîndaran, hetta yê cemadatan jî, fehm dike. Nexwe, her tişt, mîna mirovê ker, tenê gotinên xwe seh dike. Lê însan, delîlên esmayê husnayê ku hemû mewcudat bi wî zimanî qisse dikin, fehm dike. Lewma qiymeta her tiştî, li gora wî, cuzî ye. Feqet qiymeta însan, kullî ye. Êdî ku wusan e, însanek, ku ferdek be jî, wek new’ekî ye.

وَاللّٰهُ اَعْلَمُ بِالصَّوَابِ

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat