Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Belê, ew cûd û sexawet, ji wucûba wucuda Sanîe. Ev tecellî, di cins û new’ê de, celalî ye; di ferdan de jî cemalî ye.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Sen’etê ku insan çêdikin, rihetî û zehmetiya wî, li gora îlm û cehla insan, tête pîvanê. Di sene’etan de, bilxasse di cihazatê letîf û narîn de, hunerê wî yê ilmî çiqas pir be, ewqas hêsa dibe. Li gora nezaniya wî jî, bi zehmetî çêdibe. Lewma, ev hêsaniya mutlaq ku di nav sur’eta mutleq û berfirehiya mutlaqa ku di xilqeta eşya de tê xuyanê, bi hedsa qet’î, delalet dike ku hed û hudûd ji ilmê Sanî re tune ye.

وَمَۤا اَمْرُنَۤا اِلاَّ وَاحِدَةٌ كَلَمْحٍ بِالْبَصَرِ

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ji ber ku fitreta însan, di xulqa xwe de, xwedî camîiyeta ecêb e; lewma Sanîê Hekîm, di vî cismê wî yê çûçik de, ji bo pîvana cûreyên rehmeta bêhed, mêzinên bêhesab, bi cîh kirine. Û ji bo fehmkirina defîneyên esmayê husna yên veşartî, cîhazat û âlâtên bêjimar çekirine. Mesela, hiss û hestên ku bi insan re ne, alema mesnuat û eşyayê li ber çavan û hemû tiştê xwarinê rapêçane; da ku sifatên mutleq ên Sanî û kar û şuûnê wî yê berfireh, fehm bike.

   Û dîsa, di quwweya hafizeya wî de ku ji heba xerdelê piçûktir e, latîfeyeke îdrakê ya wusan, tê de hatîye danînê ku ew letîfe her çiqas di wê alema fireh de ku hebbeya xerdelê ew hilgirtiye nav xwe, daîma seyr u seyehet bike jî, nikare bighêje peravê wê. Her wuha, carnan ev alema fireh, ji wê letîfeyê re wusan teng dibe ku alem di zikê wê letîfeyê de, dibe wek zerreyekî. Û ew heba xerdelê jî, ewê letîfeyê û bi tevî wan meydanên ku lê ger û geşt kiriye û digel wan kîtabên ku mutale kiriye ve, dadiqurtîne, li cihê xwe rudinê, qe zikê wê jî, naêşê.

   Va ye, mertebeyên însan ên cihêreng, ji vê sirrê tête fehmkirin.

   Belê, hinek însan di zerreyê de, dixeniqin. Di hinekan de jî, dinya dixeniqe. Hinek insan jî, bi mifteyekî ji wan ên ku hatine dayîn jê re, deriyê alema kesretê ya herî fireh, vedike.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat