Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Paşê dikeve tebeqa nebatî. Carnan jî, di nav bîst û çar saetan de, di her çar tebeqan de, ev kar û xebat, diqewim in. Tiştê ku însan davêje nav xeta û xeletiyê, rîayetnekirina van tebeqa ne.

   Bi xwesipartin û îstînada

خَلَقَ لَنَا مَا فِى اْلاَرْضِ جَمِيعًا

ê, zen dike ku mebde û destpêka însaniyetê, tenê îbaretê ji heywaniyet û nebatiyetê ye; û wuhareng dixelite, dixape. Paşê bi wê zenna ku hemû xayeyan, tenê ayîdê nefsa xwe dizane ve, dixape. Paşê bi wê fikrê ku qîmet û rumeta her tiştî, li gora menfîeta wî tiştî, dizane, dikeve xeletiyê. Hetta stêrka Zuhre’yê, li balê mîna kulîlkeka zuhreya bi bîhn jî, nabe. Lewra faîda wê stêrkê, jê re tune.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Îbadet, fiyet û netîceya nîmetên borî ye. Ne ku detspêka mukafatê û wesîleya nîmetekî pêşerojê ye. Mesela, çêkirina insan a bi awakî herî rind, nîmetekî derbasbûyî ye û ubûdiyetê îcab dike. Paşê, bi dayîna îmanê, xwe bi te daye nasîn; ev jî nîmetekî berê û sabiq e ku ubûdiyetê dixwaze. Belê, çewa bi dayîna mîdeyê, her wekî ku hemû team û xwarin, hatine dayînê. Bi dayîna jiyanê jî, hesêwankî alema şehadetê (ev alema li ber çavan), bi tevî nîmetên di navê de, hatiye dayînê, tê qebûl kirinê.

   Û dîsa, bi dayîna nefsa însan bi xwe, alema mulk û melekût, ji bona evê mîdeyê bûye wek sifreya nîmetê. Û dîsa, bi dayîna îmanê, digel wan sifreyên me qal kir, ewan defîneyên ku di esmayê husna de hatine bicîh kirin jî, wek sifre têne dayînê. Piştî ku ucretên bi vî rengî, wuha pêşîn hate sitendinê, lazim e ku meriv xebat û xizmetê de, berdewam be û mulazimê kar be. Ewan nîmetên ku piştî kar û xebatê têne dayînê, sirf ji fezl û kerema Wî ne.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Di ferdên enwayan de, bilxasse di qismê heşerat û kêzikan de, pirbûna wan a ji derê adet a li ber çavan de, cûd û sexaweteke xarîqe heye. Ev pirbûna bi nîzam û îttîqana mukemmel ku di temamê efradê enwayan de tête dîtinê, bi eyan û eşkere delalet dike ku tecelliyatên îlahî, bêhed in û mahiyeta Xwedê Teala ne mîna tu tiştekî ye. Û her wuha, hemû tişt li ber qudreta wî, wekhev in. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat