Gava Dudûyan: Nefs, dema xebat û xizmetê de, ji para direve, xwe dide paş. Wexta sitendina ucretê de, hucumê sefa pêşîn dike. Tezkiye û pabûna nefsê ya di vê mertebeyê de ev e ku divê meriv li gor eks û berevajiya fîîla ku nefs dixwaze û dike, tevbigere. Yanî di dema kar û xizmetê de, divê meriv bide pêş; di wexta parvekirin û belavkirina ucretê de, bide paş.
Gava Sisêyan: Lazim e ku meriv di çente û tûrikê nefsa xwe de, ji qusûr, kêmasî, ecz û feqrê pêva, tu tiştekî nehêle. Hemû qencî û başî, nîmet in ku ji terefê Fatirê Hekîm ve hatine îkramkirin û hemd û şukrê, dixwazin. Divê meriv îtîqad û bawer bike ku tiştekî ku nefs pê qurre be û pê îftîxar bike, tuneye. Tezkiya wê ya di vê mertebê de, ev e: lazim e ku kemala xwe, di bêkemaliya xwe da; qudreta xwe, di ecza xwe da; zengîniya xwe, di feqîrtiya xwe da; bizanibe.
Gava Çaran: Lazim e ku, xwe di rewşa îstîqlaliyeta xwe de, fanî, hedîs û medûm bizanibe. Û di wê rewşa ku mezher û ma’kes e ji esmayê îlahî re, lazim e ku xwe muşahîd, meşhûd û mewcûd bizanibe. Tezkiya nefsê ya di vê mertebeyê de, lazim e ku di hebûna xwe de, tunebûnê; tunebûna xwe de, hebûnê, bibîne û bizanibe.
لَهُ الْمُلْكُ وَلَهُ الْحَمْدُ
ê, ji xwe re bike wird û zikr.
Û dîsa, ehlê wehdetul wucûdê, kaînatê bi ketm û nefyê, îdam dikin. Lê xelqê wehdetu’ş-şuhudê, temamê mewcudat –digel ku li ber çavê xwe dibînin– wekî sûcdar mehkûmê hepsa ebediya zindana nîsyan û jibîrkirinê dikin.
Rêya ku Qur’an dide zanîn, kaînat û mewcudatê, him ji îdamê, him jî, ji hepsê xelas dike. Bi wezîfeyên wek ayînedariya esmayê husna, dide xebatê. Feqet kaînatê ezl dike, ji îstiqlaliyeta bi serê xwe û ji kar û xebata li ser hesabê xwe.
Û dîsa, di wucûda însanê de, çend heb daîre hene. Lewra, însan him nebatî ye, him heywanî ye; him însanî ye, him îmanî ye. Xebata tezkiya nefsê, carnan di tebeqa îmanê de, dibe.