Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Mesela, di derheqê tiştekî de, qerar hatibe dayîn, ew dibe qeder. Înfaza ewî qerarî, qeza ye. Efû û betalkirina ewî hukmî ya ji qeza yê re tête gotin eta. Belê, çawa ku rehên giyayê nerm, kevirekî hişk û biring, qul dikin û derbas dibin; eta jî, wusan qetiyeta qanuna qezayê qul dike û derbas dibe. Qeza jî, mîna tîr, qerarên qederê qul dike. Nexwe ew çax, nispeta etayê, ji qezayê re; wek nisbeta qezayê, ya ji qederê re ye. Eta, ew tişt e ku ji şumûla qanuna qezayê derkeve. Qeza jî, îxrac û derketin e ji kulliyeta qanuna qederê. Arîfê ku waqifê evê heqîqetê ye, daîma wuha dibêje:

    “Ya Îlahî! Ya Rebb! Qencî û hesenatên min, ji etaya te ne. Guneh û seyyîatên min jî, ji qezaya te ne. Ger ne ji etaya te bûya, ez diçûm helakê.”

   Î’lem eyyuhel ezîz! Çi hikmeta wê heye ku dawiya ayetan, bi hinek fezlekeyên ku esmayê husna îhtiva dikin, diqede?

   Belê, Qur’ana Mu’cîzul Beyan, carnan di ayetan de, bast û beyana hin ayatên qudretê dike. Paşê ji nava wan, esmayên îlahî derdixîne. Hinek caran –her wekî topê qumaş û pirtû dide hev– vedike û belav dike. Paşê kom dike; di esmayê îlahî de, li hev dipêçe, topê ser hev dike. Carnan jî, piştê ku efalên xwe, bi tefsîlî vedike û beyan dike, paşê bi esmayê husna îcmal û kurt dike. Carnan jî kar û kiryarên xelqê tehdîdane dibêje. Paşê bi esmayên ku îşaretê rehmetê dikin, tesellî dike û rêya hêviyê nîşan dide. Carnan jî, piştî ku hinek meqsedên cuzî dibêje, ji bo teqdîr û îsbata wan armancan, esmayê ku di hukmê qaîdeyên kullî de ne, wek delîl û burhan zikir dike.

   Carnan jî, qala maddeyên cuzî dike. Paşê bi esmayê kullî, kurtebeyana wan dike. Û hwd…              

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ecz jî, wek eşqê, ji wan rêyan e ku mirov pê digehêje Xwedê Teala. Lê emma rêya eczê, ji rêya eşqê kintir û silamettir e.

   Ehlê terîq û sulûkê, di terîqa xafa de (rêya zikrê veşarî) li ser letaîfê eşere çûne; di terîqa cehrî(rêya zikrê aşîkar) de, li ser nufûsê seb’a sulûk kirine. Evî feqîrî, evî acizî jî, rêyeke him kin, him hêsa; ku îbaretê ji çar gavan e, ji Feyza Qur’anê îstîfade kiriye.

   Gava Ewil: Ji ayeta

فَلاَ تُزَكُّۤوا اَنْفُسَكُمْ

  ,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat