Yanî “Ey cemaeta însan û cinnan! Ger hûn dikarin ku ji mulkê min derên û herin memleketekî din û xilas bibin, ji hudûdê erd û asîman derkevin. Lê bes bi hêz û sultanekî hûn dikarin derên.”
Qur’ana Kerîm bi evê ayetê, aciziya cin û însan a li hemberî hukimdariya rubûbiyetê ya pir fireh, bi bîr dixe û bang û gazî dike û dibêje: “Ey însanê heqîr û feqîr, pepûk û piçûk! Tu çawa, ji wî Sultanê Ezelî ra îsyan dikî ku hemû melaîket û stêrk û roj û hîv ku bi wan ve, şeytanan direcimîne, emrê wî re mutî ne? Tu ça cesaretê îsyana li hemberî emrê Sultanekî dikî ku eskerê wî, sitêrkên girê terikî, di şûna berik û gulleyan de, bikartînin?”
Pêplûka Heftan: Stêrkên asîman, çewa yên pir piçûkên wan hene, wusan jî, yên gelek mezinên wan jî, hene. Her tişta ku rûyê asîmanan rohnî dike, stêrk e. Qismekî ji wana, bûne xeml û zînet, ji asîman ra. Qismek ji wan jî, mencenîqên semawî ne, ji recma şeytanan ra. Ev recma ku li asîman tête kirin, ev şer û pevçûnên ku li daîreyên herî fireh ên wek asîman jî, diqewimin, bi nîşandana wan a bi însanan, bona însanên mutî, teşwîq e; da ku li hemberî yên asî, mucadele û mubareze bikin.
Î’lem eyyuhel ezîz! Tiştê ku însan ji heywan vediqetîne:
Jê yek: Eleqedariya wî ya bi mazî û pêşerojê ye. Lê heywan, ne xwediyê wê îdrakê ye ku biheqqî, van herdu zemanan bifikire.
Yê duduyan: Îdraka wî ya ku têkildarê tiştên çi enfusî, çi jî afaqî ye, –yanî hundurîn û derveyî– umûmî û berfireh e.
Yê sisêyan: Muqeddemat û pêşesazîya ku ji çêkirin û avakirinê re lazim in, keşf dike û dike rêz û tertîbê. Mesela, amadehî û tertîba tiştên wek kevir û dar û çîmento ku ji bo çêkirina malekî lazim in.
Ji ber vê qasê, wezîfa însan a herî ewil û herî mezin, hemd û tesbîh e. Pêşiya pêşîn lazim e ku, bi zimanê nîmetên ku li dema borî û niha dîtiye û yan jî dê li pêşerojê bibîne; paşê, bi zarê îkramên ku di nefsa xwe de, yan jî li dervayê wê, dibîne; paşê bi lîsanê şehadet û muşaheda tesbîhatê ku mexlûqat dikin, hemd û senaya Sanîê xwe bike.
Î’lem eyyuhel ezîz! Sê qanûnên Xwedê Teala yên bi navê eta, qeza û qederê hene. Eta, qanuna qezayê; qeza jî, qanuna qederê, xera dike.