Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Jixwe, ji muamela tîcarî ya ku di navbeyna wan de ye, tête fêmkirin ku, ji şênî û ehlê erdê re, rê hene ku herin asîman; enbiya, ewliya, erwah, ji cesedê xwe derdikevin û wuhareng urûc û bilindê asîman dibin.

   Pêplûka Sisêyan: Ji wê sikûn û sikût û nîzam û întîzam û tevgera têkûz a daîmî ya li asîman, tête xuyan ku ehlê semawatê, ne wek sakîn û niştecîhên erdê ne. Belê, ew tiştên wek durûtî û dubendî û dijberî û lihevkombûna ziddan; û tevhevdubûna xêr û şeran a ku li erdê tête dîtin, li semawatê tune. Lewma li asîmananan, halekî ku nîzam û întizamê xera bike, tune ye. Ehlê wê, bi hemû teslîmiyeta xwe, îtaeta emrê ku têne dayîn, dikin.

   Pêplûka Çaran: Hin esmayê Xweda Teala yê ku îcab û hukmê wan, dij hev in, hene. Mesela, ew îsmê îlahî yê ku xwestiye di hinek herbên wek Bedrê de melaîketan ji asîman bişîne alîkariya eshabê kîram, da ku bi kufrê re şer bikin; her wuha herba di navbera melaîke û şeytanan, yanî ya di nav ehlê xêrê yê asîman û ehlê şerr ê erdê de, ne ku durî meşîeta îlahî dibîne; bîlakîs îcab dike. Belê, Xwedê Teala, dikare bêyî ku ilmeta melaîketan bike û haya wan jê tunebe jî, şeyatanan bibe helakê. Feqet hêz û heşmeta hukimdariya selteneta wî, îcab dike ku wexta cezayên bi vî rengî, bide musteheqan, teşhîr û îlana wî, layiqê ezemeta wî be.

   Pêplûka Pêncan: Ehlê xêrê yên ruhanî, ji ber ku li asîman dimînin, ehlê wan ê şerr jî, îtîmadê letafeta xwe dikin û gava ku dixwazin wana teqlîd bikin û tevlî wan bin, ehlê semawatê, ji ber şerr û şerrkarîya wan, wan qebûl nakin û berî wan didin. Her wuha, ji îlan û beyana şer û pevçûnên bi vî rengî re –ya ji bo alema şehadetê, xasma ji bo wî însanê ku wezîfa wî şehadet û çavdêrî ye– recma sitêrkan, kiriye elamet û nîşan.

   Pêplûka Şeşan: Li uslûba alî ya Qur’ana Mu’cîzul Beyanê ku pê beşeriyetê îrşadê îtaetê dike, ji îsyanê dûr û zecir dike, binêre.   

يَا مَعْشَرَ الْجِنِّ وَاْلاِنْسِ اِنِ اسْتَطَعْتُمْ اَنْ تَنْفُذُوا مِنْ اَقْطَارِ السَّمَوَاتِ وَاْلاَرْضِ فَانْفُذُوا لاَ تَنْفُذُونَ اِلاَّ بِسُلْطَانٍ

 

 

 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat