RÎSALEYA DEHAN
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
وَجَعَلْنَاهَا رُجُومًا لِلشَّيَاطِينِ
Î’lem eyyuhel ezîz! Ji bo derketina asîmanên bilind ên evê ayeta kerîme û bo fêmkirina sirra wê, em nerdîwaneke bi heft pêplûkî datînin.
Pêplûka Ewil: Li asîmanan, binecîh û ehlê wê yên ku munasibê wir in û ji wan re melaîke tête gotinê, hene. Lewra, ev erdê ku bi nisbet asîman, gelek piçûk û pepûk e, bi tevî vê rewşê jî, bi zîheyat û zindiyan ve tijî ye, ji vê yekê eyan û eşkere dibe ku ew bircên asîmana yên bi xeml û xêz, bi mexlûqên xwedî hiş û îdrak, tijî ne. Û dîsa, xemilîna asîmanan a bi evqas zînetan ve, helbet ji bo wê yekê ye ku bala nezera îbreta xwedî aqil û îdrakan bikşîne û teqdîr û ecibîna wan, pêk bîne. Lewra, xemla xweş, ji bo wê yekê ye ku, bala aşiqan bikşîne ser xwe. Xwarin û xwireg jî, bo birçiyan tê çêkirin. Her wuha, însan û cin, ne kafî ne ji bo bi cîhanîna evê wezîfeyê. Bes tenê ji bo bi cîh anîna evê wezîfê, milyaket û ruhaniyên bêjimar ku munasibê wir in, lazim in.
Pêplûka Dudûyan: Di navbera erd û asîman de, gelek têkilî û muamele hene; di nav îrtîbat û dan û sitendineke mezin de ne. Belê, tav, tîn, bereket û tiştên din ên ku têne erdê, ji asîmanan tên. Ji erdê jî, hemû dua, îbadet, ruh, diçine asîman.