biharê de, fealiyetên gelek hakîmane, basîrane, kerîmane dest pê dikin û sen’etên xarîqulade têne çêkirinê. Û tê xuyan ku ev hemû kar û kiryar, bi lez û bezeke mezin, bi hêsayî û têkûzayî dimeşe.
Va ye evan karên xarîqulade, mohr û xatema zatekî wusa nin ku digel li tu cîhî nîne; lê bi ilm û qudreta xwe, li her derê hazir û nazir e.
LEM’EYA HEFTAN: Binêrin! Çawa ku li ser sehîfeyên eqtarê erd û asîman, xatema ehediyetê tê xûyanê. Her wusan jî, li ser rûpela mezin a hemû kaînatê jî, bi awakî gelek eyan û beyan, mohra tewhîdê tête dîtinê.
Belê ev alema, wek qesreke pir muhteşem; yan jî wek fabrîqeyeke muntezem; yan jî wek bajarekî mukemmel e. Di nav cuz û ferd û enwa û alet û edewatê evê fabrîqa kaînatê de, muarefe û hevnasîneke hakîmane û mukâleme û hevpeyvîneke dostane û muawenet û hevkariyeke gelek kerîmane heye ku bi lez û bezeke mezin, ji mesafeyên pir dûr ve, mîna ku dengê hevûdu dibihîsin û îhtiyaca hev dibînin, tavilê tên hewara hev û ihtiyaca hev tînin cîh. Belê ewan sitêrk û cirmên li asîmanan, tav û tîn a ku didin hevûdu û erdê, xasma ew alîkariyên dinê ku didin erdê, hûn dibînin. Her wuha, ew dayîn û sitendina avê ku di navbera erd û ewran de cereyan dike, binêrin; ku erd avê wek keledûman û hulm û gulmê dide ewran, ewr jî, di fabrîqeyên xwe de kar û kiryarên ku lazim in dike, paşê bi reng û şiklê zîpik û şilî û berf (û baran)ê de, dişîne û îade dike. Her wekî ku ew cirmên bêcan, bi zimanê halê xwe, bi têl û têlgrafan ve, bi hevdu re xeber didin û yek ji yê din re ihtiyaca xwe erz dike. Xasma temamê van ecramê semawî, her wekî ku mil dabin hevdu û bi ciddiyeteke mezin, ji bo xizmeta tedarika tiştê ku mexlûqê jîndar re lazim in, dixebitin û wekî ku girêdayî fermana padîşahekî ne, berê xwe dane xaye û meqsedekî.
Belê, bi îttibaya vê qanûna hevkarî û teawunê, bi saya alîkariya hîv û royê, roj û şevê, havîn û zivistanê, nebatên ku bi îzna Îlahî rizqê van heywanan dighînin, çêdibin. Heywanat jî, bi emrê Rebbanî, ihtiyaca beşer tînine cîh. Alîkariya ku mêşa hingiv û kurmê hevîrmêşê ji însanan re dikin, evê dew û îddiaya me, îspat dike.
Belê, ev alîkariya ku ev tiştên camid ên bêcan ji hevûdu re dikin, delîlekî pir eyan û eşkere ye ku ewana, xizmetkar û paleyên Mudebbîrekî Kerîm in. Bi îzn û emrê Wî ve, li kar in.