Î’lem eyyuhel ezîz! Heyata xêr û hesenetan, bi niyetê ne. Fesada wan jî, bi ucb û riya û durûtiyê ne. Her wuha, heyata e’mel jî, bi niyetê ye. Feqet niyet, mirina hal û hewalên fitrî ne. Dizivirîne ser seciyeyê sun’î, qels û jar dike, carnan jî diqedîne, dawî lê tîne. Niyet, kar û emelan jî, tam xurt û qewîn dike. Mesela nîyet, tewazûyê, dibe fesadê; quretî û tekebburê, ji holê radike. Dilşadî û şahiyê, difirîne; xem û kederan, sivik dike.
Î’lem eyyuhel ezîz! Kaînat, darek e. Unsûrên esasî, guliyên wê ne. Nebat û hêşînayî, pelên wê ne. Heywanat, kulîlkên wê ne. Însan, fêkiyên wê ne. Di nav van fêkiyan de, yê herî ziyadar û rohnîdar, herî şerîf û letîf, ehsen û ekrem, Hezretê Muhemmed Seyyîdul enbiya wel murselîn, Îmamul mutteqîn, Hebîbê Rebbul alemîn e.