Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

 

MESELEYEKE MUHIM

 

   Du aliyên ene yê hene. Aliyekî wê, pêxembertiyê, xwe pê girtiye. Aliyekî jî, felsefeyê daye ber xwe.

   Aliyê ewil, çavkaniya ubûdiyeta xalis e. Mahiyeta wê, herfî ye, musteqil û bi serê xwe nîn e. Wucuda wê, tebeî ye, eslî nîne. Malîkiyeta wê, wehmî ye û ne heqîqî ye. Wezîfa wê ew e ku ji bo fehm û nasîna sifatên Xaliq, mîzantî û mîqyastî ye. Pêxemberan Eleyhîmusselam, li vî aliyê enaniyetê nihêrtine, mulk bi temamî teslîmê Xweda kirine û ev hukm û qerara han dane ku ne di mulkê Wî de, ne di rubûbiyeta Wî de, ne di ulûhiyeta Wî de, şirîkê Wî tune ne. Xwedê Teala, ji vî aliyê ene yê, dara tubaya ubûdiyetê hêşîn kiriye û gulî û çiqilên wê, di bax û bostanên kaînatê de, fêkî û berên binbarek ên wek enbiya û ewliya û siddiqîna, encam dane.

   Felsefeya ku bi aliyê dudûyan girtiye, wusa zen dike ku wucuda ene yê, aslî û musteqil e û malîkê heqîqî ye. Wezîfa wê jî, bes bi tenê, hezkirina nefsa xwe û mukemmelbûna heyatê ye. Ji vî rûyê eneyê yê reş, cûrre û celebên şirkan, kufr û dalaletan derketine. Mesela, ji guliyê wê yê quwweya behîmî ya heywanî, pût û senem derketine. Ji çiqila wê ya kuwweya xezebê, Fîrewn û Nemrûd û hwd. çêbûne. Ji şaxa wê ya quwweya aqlî, felsefeya dehriyyûn û maddiyyûn peyda bûne ku ji mexluq, bes yek tiştekî tenê didin Wacîbul Wucûd, dispêrin Wî. Mulkê dinê mayî, tev li tiştên dinan, par dikin.

   Xulase: Ya rast, ene wek hewa û wek buxarekî ye. Lê li gora ku ehemmiyet jê re tête dayîn, dizivire ser dirûvê avî û mayî yê. Paşê bi ulfetê, tîr û tarî dibe. Paşê bi xeflet û îsyanê ve, wusan qalind û qewîn dibe ku xwediyê xwe, dadiqultîne. Mexlûq û sebeban jî, li xwe qiyas dike û li hemberî emrên Xaliq, dest bi mubarezeyê dike û berbirê Wî tê. Ene ya ku di alema piçûk de ye, yanî di însan de, dimîne tebîeta ku di insanê mezin de ye, yanî di kaînatê de. Herdu jî, ji taxûtan in.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat