Belê, Xwedê Teala, şexsiyetekî û cûreyekî huriyetê daye însan; da ku ji bo zanîn û nasîna wesfên aîdê rubûbiyeta Xwedê Teala, bike mîzan û mîqyasekî mewhûm û farazî.
Ev ene ya ku di mahiyeta beşer de, wek bendekî zirav e; di wucûda însan de, qasî qîmeta mûyekî bişuûr e; kitêba şexsiyeta mirov de, wek elîfekê ye; du aliyên wê hene. Yek, li xêrê dinêre. Bi evê hêlê ve, bes tenê mazharê feyz û bereketê ye, distîne, ne faîl e. Lê bi alîyê xwe yê din ve, li hêla şerr dinêre. Bi vî alî ve, xwe faîl dizane.
Mahiyeta ene yê, wehmî ye; rubûbiyeta wê, xeyalî ye; wucûda wê, nikare tiştekî hilgire. Mîna dereca germahiyê, tenê wazîfeya pîvan û mîzanekê dibîne ji bo zanîna ewan sifatên mutleq ê muhît ê ku ayîdê rubûbiyeta Wacîbul Wucûd in.
Ger însan bi nezera terazî û mêzinê, li ene û enaniyeta xwe binêre, ewan melûmatê afaqî yên ku ji kaînatê diherikin tên, tevlî melûmatê xwe dike û teserrufat û sifatên îlahî jî, bi sifatên xwe ve, tesdîq dike. Ewana, dîsa îadeyê merciyê wan dike. Û wuhareng, dikeve ber şumûla
مَنْ
a
قَدْ اَفْلَحَ مَنْ زَكّٰيهَا
yê û emanatê xwe, biheqqî îfa dike. Feqet, ger bi nezera musteqîltiyê li xwe binêre û bi wehma malîktî û xwedîtiyê tevbigere û bifikire; dikeve bin şumûla
وَقَدْ خَابَ مَنْ دَسّٰيهَا
yê û her wuha xiyanetê, li emanetê dike. Lewra ew aliyê ku erd û asîman ji hilgirtina wî tirsiyane û jê reviyane, ev aliyê ene yê bû. Lew hemû dalalet û şîrk û şer, tev ji vî alî dertên. Ger di wextê de û bi terbiyeke dijwar, serê wê ene yê neyê şikandin, ew mezin dibe û wucûda însan dadiqurtîne.
Şayet enaniyeta millet jî, tevlê be, ew çax dest bi berbirî ya emrê Sanî dike. Dibe tam şeytanekî. Paşê xelqê jî, li xwe qiyas dike; sebeban jî, dike nav wê qiyasê; wuhareng, dikeve nav şirkeke mezin. El-iyazu billâh!