Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Fesubhanellah! Perda di navbera mulk û melekûtê de, ciqas tenik e, mesafeya di navbeyna wan de, çiqas mezin e. Rêya di navbera dunya û axiretê de, çiqas kin û çiqas dirêj e. Perda di navbeyna ilm û cehlê de, çiqas zirav e û çiqas qalind e. Berzexa nava îman û kufrê de, çiqas şeffaf û zelal e, çiqas tîr û tarî ye. Mesafa di navbeyna îbadet û gunahan de, çiqas kin e. Hal ev hal e ku, mesafa navbera wan, qasî ya nav cennet û cehennemê ye. Heyat çiqas kin e; hêvî û emel, çiqas dirêj in. Belê, di navbera zemanê hal û maziyê de/dema niha û paşeroj, perdeyeke wusan zirav heye  ku nabe manî’ ji çûndina ruh a bi bal mazî  ve. Lê li gora cesed, mesafeyeke dirêj e ku naqede.

   Her wuha, di navbeyna mulk û melekutê de û di navbera dunya û axiretê de, ji bo ehlê qelb perdeyeke şeffaf heye. Her wuha perdeyeke zirav e. Lê ji bo ehlê hewayê, gelek qalind û tarî ye. Her wuha, di navbera roj û şevê de, perdeyeke tenik heye ku çawa mirov çavê xwe bigre, dibe şev û çawa çavê xwe veke, dibe roj; her wusa jî, weqta çavê nefsa însan, ji alema manewiyatê re bê girtin, di nav şeveke ebedî de dimîne; gava çavê wê, ji manewiyatê re vebe, roja wê hiltê û dertê.

   Her wuha, merivê ku li ser hesabê Xweda, li kaînatê binêre, her çi bibîne, tev ilm e. Ger bi nezera xefletê, li ser hesabê sebeban binêre, tiştê ku ilm zen dike jî, dibe cehl.

   Her wuha, yê ku bi nêrîna îman û tewhîdê binêre, alemê nûranî dibîne û yan na, ew dê alemê, di nav tarîtî û zulmatê de bibîne.

   Her wuha, ji bo kiryar û fîîlên beşer, du alî hene. Ger bi niyeta li ser hesabê Xweda bin, dibin eynika tecelliyatan; şeffaf û rewnaq dibin. Eger ne li ser hesabê Xweda bin, dîmen û manzarayeke tarî dê nîşan bidin.

   Her wuha, heyat jî, du aliyên wê hene. Yek reş e, li dunyayê dinêre; ya din şeffaf e, berê wê li axiretê ye. Nefs dikeve bin aliyê reş, feqet daxwaz û  dewa seadeta ebedî ya ku encama aliyê şeffaf e, dike.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Mufte û kilîta kaînatê, di destê însan de ye. Deriyên alemê, zahiren her çiqas vekirî bin jî, manen girtî ne. Xwedê Teala, mifteyeke bi navê ene yê ku dikare wan hemû deriyan veke û xezîneyên veşartî derxe, daye destê insan. Lêbelê, ew ene ya bi xwe jî, muammayeke derîgirtî ye. Gava deriyê vê bê vekirinê, deriyên kaînatê jî, vedibin. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat