Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ji sebebên ku însan fikren dibin dalaletê, jê yek jî ev e ku, ulfetê wek îlmê, teleqî dikin. Yanî, tiştê ku melûf û nas û nêzîkê xwe dibînin, herwuha ewî tiştî, ji xwe re melûm jî dizanin. Hetta bi sebeb ulfet û nas dîtinê, li ser tiştê ku bûne adet û ji rêzê ne, rind nafikirin û lêkolîn nakin û ehemmiyetê nadinê. Hal ev hal e ku, ew tiştê adetî yê ku bi sebeb ulfetê, melûm zen dikin, her yeke wî, digel ku xarîqe û mucîzeyeke qudretê ne; bi sebeb ulfetê, bi tefekkur û îbret, bala xwe nadinê; da ku tecelliya seyyale ya ku li ser wan diherike û diçilwile, bibînin û hûr û kûr binêrin û bifikirin.

   Mîsala van însanan mîna wî kesê ku li qirax û peravê behrê runiştiye, li heywanatê behrê û tiştên balkêş ên dinê ku di nav behrê de ne, nanihêre; û tenê bala xwe dide pêlên behrê yên ku bi bayê çêdibin û li birq û çirûskên ku bi tîrojên rojê peyda dibin; û wuhareng, delîlên ezameta Xweda yê ku Malikê behran e, tîne û nîşan dide.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Zanîna însan a eyan û eseh a derheq erdê de, li ser ulfetê ava ye. Ulfet jî, perdeyek e ku li ser cehla murekkebê(nezanîna nezanînê) hatiye raxistin. Ya rast, ew tiştê ku wek îlim zen dikin, cehl bixwe ye. Ji ber vê sirrê ye ku Qur’an, bi ayatê xwe, nezera însan, dizivirîne ser tiştên ku melûf û nasê wan in. Ayatên Qur’anê, wek birûskê, perda ulfetê diçirîne û davêje. Bi guhê însan digre û serê wî, xwar dike. Ewan mucîzeyên xarîqulade yên ku di bin perda ulfetê de ne, di nav wê adetîyê de, nîşan dide.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Du tiştê ku di navbera wan de, munasebet û muamele û hetta hevpeyvîn hebe, nake lazimê xwe ku li hev herin û wekhev bin. Mesela, dilopekî baranê û yan jî, kulîlkeke fîkiyê –digel piçûkiya xwe– bi rojê re munasebet û muameleya wê heye. Lewma, ey însan! Piçûktî û pepûktîya te, nabe sebebê nexuyaniya te ya ji nezera înayeta Xaliqê alemê ra.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Mîna med û cezr a ku di behran de pêk tê, di nav evliyan de jî, mesela besta zeman (Haşiye) û tayyê mekan meşhûr e. Mesela: Li gora rîwayeta Kîtabul Yewaqît, Îmamê Şaranî di rojekê de, du car û nîv, kîtaba mezin a bi navê Futuhatê Mekkiye ya terikî, mutale kiriye. Wuqûetên wuha bi vî rengî, bila xerîb û dûrî aqilan neyê dîtin û neyên înkar kirin. Lewra, mînak û mîsalên ku meseleyên wuha xerîb, nêzdikê tesdîqê dikin, gelek in. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat