Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Û dîsa, dereca here eşkere, bi ayeta 

اِنَّ فِى خَلْقِ السَّمٰوَاتِ وَاْلاَرْضِ وَاخْتِلاَفِ الَّيْلِ وَالنَّهَارِ

ê, îfade kirye. Di pişt vê dereceyê de, dereceya dewr û hereketê jî –ya erdê ku bi qanuna emr û îrada îlahî– heye. Lêbelê, ev dereceya, ji ber ku ji dereceya din, bi qasekî veşarîtir e, hatiye terkkirin.

   Û dîsa, bi cumleya

وَجَعَلْنَا الْجِبَالَ اَوْتَادًا

 , sahîfeya ku herî xweş tê xwendin, nîşan daye.

   Hal ev hal e, di pişt vê rûpelê de, rûpela “Wek gemiyeke ku bi sing û situnan ve, ji tehlîkan tê parastinê; erd jî, ji bo parastina wê ya ji tehlîka teqîna bi sebeb wan herc û mercên di hundirê wê de, çiya wek sing û sitûnan, tê de hatine çikandinê” jî heye. Feqet ev sahîfe, ji ber ku ji teref ewamê însanan ve ewqas xweş nayê xwendin, hatiye terk kirin. Û di bin vê sahîfeyê de jî, haşiyeke wuha heye ku:

   Ji bo xwedîkirina heyatê û berdewamiya wê, çiya wek sitûn, di erdê de hatine danîn. Lewra çiya embara avê ne. Şeh û parzûnê hewayê ne, paqij dike. Parêzvanê xweliyê ne, ji îstila û êrîşa behran diparêzin. Jixwe, sitûna jiyanê, evanan e. Ji ber vê sirrê ye ku di şerîetê de hilavtin û dîtina hîvê û avatiya wê, muteberê nezerê ye. Lewra li ba ewaman, ev hesabê roj û mehan, rihet û hêsantir e. Û dîsa, ji ber vê sirrê ye ku, ji bo ku mesele di hişê ewaman de rûnê, di Qur’anê de tekrar çêbûne.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Heqîqetên ku ayet behs ji wan dikin, ji xeyalatên ku şîîr behs ji wan dikin, gelekî firehtir û bilindtir in. Ji bo vê qasê ye ku ayet ji şîîran nehatine hesibandin. Him jî, ayet behs ji şuûnat û kar û kiryarê xwediyê xwe, dike. Lê şîîr, bi awakî fuzûlî, qala xeyran û ên dinan dike. Him jî pir caran behsa wê, ya ji tiştên rêzê, bi tehrekî xarîqulade ye. Lêbelê awayê behsa şîîrê ya ji tiştekî xarîqulade, bi piranî adî û ji rêzê ye.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Çawa ku cûreyên rûpelên ku delîl û eynikên wehdeta Xaliq didin xwendin, gelek in; her wusan jî, merkezê wan yek in û ketine nav hevdu. Lewma, weqta ku di eynekî de bê dîtin, yan jî di sahîfekî de bê xwendin, di tevan de jî, tê dîtin û xwendin. Feqet gava di yekî de neyê dîtin, îcab nake ku di tevan de neyê dîtin. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat