فَانْظُرْ اِلَى آثَارِ رَحْمَتِ اللّٰهِ كَيْفَ يُحْيِى اْلاَرْضَ بَعْدَ مَوْتِهَا اِنَّ ذَلِكَ لَمُحْيِى الْمَوْتَى وَهُوَ عَلَى كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
îşaretê wê dike, temaşe kin; lewra hûnê pir heşrên gellek xerîb û neşrên zahf ecêb bibînin.
Belê, di çêkirin û anîna sê sed hezar enwayê mexlûqat de û xasma di saxkirin û vejandina erdê ya her sal de, gellek heşr û neşir/civîn û vejîn, hene. Lakîn bi sebeb hikmetekî ku nayête zanîn, di pirê wan heşr û neşrên ku çêdibin de, mînanî û misliyeta di navbera emsalên ku îade bûyî de, wusa nêzîkî eyniyetê û wekheviyê ne ku hema bigre, meriv kare bêje, ne eynî hev in, ne jî xeyrî hevin; axirî… Misliyet (mînandin) û eyniyet mijara me nîne. Çawa dibe bila bibe ev heşr û neşrên hanê, delaletê li ser hêsanî û rihetiya heşra însan dikin. Her wuha, mîsal û mînak in ji heşra beşerî re.
Va ye binêrin ku evan enwayê ev qas pir ên ku dij û dijberê hev in û di nav tevliheviyeke bêhed de ne, vejandin û saxkirina wan a bi temyîz û jihevderxistineke tam, îadeya wan a bêxeta û bêxeletî û mumtazane, xatema xas û mohra mexsûsê Zatê Zulcelal e ku xwediyê qudreteke bêdawî û ilmekî muhît e.
Her wuha, li rûpelê rûyê erdê, nivîsîna zêdetirê sê sed hezar risaleyan a bi awakî bêqusûr, bêkêmasî, bêxeletî, bi întizameke xerîb; mohreke mexsûsê zatekî wusa ye ku hefsarê her tiştî û kilîda her karî, di destê wî de ye. Û tu tiştek nikare teweccuha wî, ji ên dinan vegerîne û bîne înhisarê ser xwe bike û bike xasê xwe.
Elhasil teserûfa mezin a wê rubûbiyeta ku di wan heşr û neşrên bêhejmar ên li ser rûyê erdê ya di nav şeş mehan de, tê xuyanê û temsîl û mînaka heşra beşerî nîşan didin de, xatemeke Wî ya pir bilind û mezin û bi xeml û bi neqşên zirav, heye. Ew têkûzayî û sêhilayî û lez û bez û îmtiyaza ku di îcada van mexlûqan de, tê xuyanê, tev ji şewq û şemala wê muhra xerîb in. Belê, di her fesla