Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Yan jî, bêqîmetiya sifatekî te, îcaba heqîrî û bêqîmetiya wucûda te nake. Yan jî, qirêjbûna aliyê mulk, îcab nake ku hêla melekutê jî, qirêj be.

   Û dîsa, ezameta Xaliq, nake lazimê xwe ku tiştên nerind, ji teserrufa xwe derxe. Bîlakîs ezameta heqîqî, derbarê îcad û çêkirinê de, înfirad û yekbûnê; di hêla teserrufê de jî, rapêçan û berfirehiyê dixwaze.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Tîr û tarîtiya tiştekî maddî, çiqas pirr be, ewqas tiştê zirav û veşarî nabîne û ji îdraka wan aciz e. Feqet tiştê nûr û nûranî, çiqas di nûraniyetê de pêşkeve, ewqas di tiştê zirav û veşarî de bandora wan, zêde dibe û îdraka wan zelal dibe. Û dîsa, çiqas di letafetê de pêş de here, ewqas dikare hundirê maddiyatê keşf bike(weka şûaya rontgenê). Ku mumkînatê de, ger mesele di vê merkezê de be, tê fehm kirin ku Nûr-ul Enwarê ku Wacîb e, Wahîd e, çiqas 

نَافِذُ الْخَفَايَا عَالِمٌ بِاْلاَسْرَارِ

e. Nexwe ewçax, îhata û berfirehiya ezametê ya kamil, nufûz û şamilbûnê îqtîza dike û dixwaze.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Qur’ana Kerîm, fehma ewamê însanên ku piraniya beşeriyetê pêk tînin, wusan hildide ber çav û rîayetê hişmendîya wan dike ku di meseleyeke ku çend heb derecê wê, çend heb aliyê wê hene da; ji wana, aliyê –ku bo fêhmdariya ewaman– herî nas, herî nêzîk û dereceya ku bo nezera wan, herî vekirî, herî hêsa ye, dibêje. Lewra ku wer ne be, ew çax lazim e ku delîl, ji netîceyê veşarîtir be. Qur’an weqta ku behsa kaînatê dike, ji bo îsbat û îzaha sifatê Xaliq e. Lewma, çiqas nêzî fehm û zekaya piraniya ewaman be, ewqas layîq û muwafiqê îrşadê ye. Mesela; ji ayetên ku delaletê li ser teserrufa Xaliq dikin, tebeqa herî zahir, herî aşkere, bi ayeta

وَمِنْ اٰيَاتِهِ خَلْقُ السَّمٰوَاتِ وَ اْلاَرْضِ وَاخْتِلاَفُ اَلْسِنَتِكُمْ وَاَلْوَانِكُمْ

gotiye. Hal ev hal e, di pişt vê tebeqeyê de, tebeqa eyan û eşkerekirina xal û xetên rû û sûretan heye. Fehmê tebeqa pêşîn, ji fehmê tebeqa duduyan, nêzîktir e.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat