Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Lewra bi neqş û rewşên kullî re, gelek eleqe û munasebetên cuziyan, hene. Nexwe ewçax, teserrufa di cuzî de, girêdayê bi emrê Xaliq e.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Sanîê Hekîmê ku hêkên heywanên piçûk ên wek bihok û masiyan û toximê heşeratan û gul û giyan, bi rehmet û lutf û hikmetek mezin hifz dike, ma qet layîqê hefîziyeta Wî ye ku wan e’melê we –yê ku dê li axiretê bibe dendikên dara meywedar– hifz neke û îhmal bike? Hal ew hal e, tu hamilê emanetî û xelîfeyê zemîn î.

   Belê, hîs û hesta hifza heyatê ku di her jîndarî de heye, delalet dike ku hebûna te –bi tecelliya îsmê Heyy, Hefîz, Baqî– dê bighêje beqayeke ebedî.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ewê ku toximê hêjîrê di tewr û tevgeranda hifz dike, di dewr û dewranan de hîmaye dike, ji xerabûnê diparêze û di wî toximî de esl û esasê ku ji teşkîlata dara hêjîrê re lazim in, bi îhtîmameke mezin muhafeze dike; helbet û helbet, emelê benî beşerê ku unwanê xelîfeyê erdê sitendîye, îhmal nake, hifz dike. 

   Î’lem eyyuhel ezîz! Bi guharîna lefzan, mena naguhere, baqî dimîne. Qalik hûr dibe, dirize lê kakil baqî û qeîm dimîne. Cil diqetin, diperitin; feqet ceset baqî û saxlem dimîne. Ceset bimire, belav bibe jî, ruh baqî dimîne. Cisim û beden extiyar bibe, enaniyet ciwan dimîne. Kom û cemaet bilav dibe, lêbelê kesayetî û ferd baqî dimîne. Kesret û piratî, belav dibe, lê yekîtî dewam dike. Madde dişkê, nûr baqî dimîne. Lewma, mena ya ku ji serê umrê meriv heta dawiya emir devam dike, tevî ku pir cesedan diguherîne û dikeve gelek dilq û dirûvan û gelek dewr û deweranan de gêr dibe, çawa wehdet û beqaya xwe muhafeze dike, her wusan, dê ser xendeqa mirinê re jî baz de û bi silametî rêya ebedê bidomîne.

   Her wuha, di alema maddî ya zaîl û bêqerar de ku her dem li benda emrê “Ji fenayê re hazir be” ye, ev dustura hifz û muhafezeyê, di ruh û mena ya ku bi beqa yê re pir têkildar e de jî, carî ye.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Îzzet û ezamet û îstiklaliyeta  ulûhiyetê dixwaze ku her tişt –çi piçûk, çi mezin; çi bilind, çi nizm– di bin tesserrufa wî de be. Bêqîmetî û piçûktiya te, nabe sebeb ku tu li dervayê teserrufa wî bimînî. Lewra, her çiqas tu jê dur bî jî, ew ji te, ne dûr e. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat