ŞEMME
(Ji nesîm û hêwa hîdayeta Qur’anê)
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ عَلٰى رَحْمَتِهِ عَلَى الْعَالَمِينَ بِرِسَالَةِ سَيِّدِ الْمُرسَلِينَ مُحَمَّدٍ صَلَّى اللّٰهُ عَلَيْهِ وَعَلٰى اٰلِهِ وَصَحْبِهِ اَجْمَعِينَ
Î’lem eyyuhel ezîz! Ev alema, bi hemû tebeqe û enwayê xwe yê li ber çavan û bi yên xeybî, dibêje La îlahe îlla Hû 1 û tewhîdê îlan dike. Lewra, ew tesanud û hevkariya di navbera wan de, evê îcab dike. Û ew tebeqe û new’, bi hemû erkanê xwe dibêjin La Rabbe îlla Hû 2 û şehadetê îlan dikin. Lewra muşabehet û mînandina di navbera wan de, wuha dixwaze. Û ewan erkanan, bi hemû ezayê xwe ve dibêjin La Malîke îlla Hû 3 û şahidiya xwe, îlan dikin. Lewra, temasul û sîmetriya di navbera wan de, wuha divê. Û ewan ezayan, bi temamê eczayê xwe, dibêjin La Mudebbîre îlla Hû 4 û şahidiyê dikin. Lewra di navbeyna wan de, alîkarî û teawun û tedaxul heye. Û ewan eczan, bi hemû cuziyatê xwe ve, dibêjin