Î’lem eyyuhel ezîz! Qudreta ku cirmên wek roj û heyvê, erd û sitêrkan di qebza qudreta xwe de girtiye, ewî ecramî wusan bi hêsanî tenzîm kiriye ku, wek tizbiya belavbûyî ku meriv bi bend ve ke, ne aciztiyekî peyda bûye û ne jî, ihtiyaciya wî bi bal xeyran ve çêbûye.
Î’lem eyyuhel ezîz! Dilopeke av; ew û ava behrê, yek in. Lewra her du jî, av in. Bi ava çem re jî, yek e. Lewra menşeya herduyan jî, asîman e. Û dîsa, masiyekî piçûk û hûtê binê behrê jî, yek in. Lewra unwanê wan, yek in. Her wuha, îsmekî ji esmayê Îlahî yê ku tecelliyê hucrekî dike û yan jî mîkrobekî dike, bi îsmê ku kaînatê îhate kirye û rapêçaye re, yek in. Lewra, musemma û navdayê wan, yek e. Mesela, îsmê Elîm ê ku tealuq û tecelliyê hemû kaînatê dike û îsmê Xaliq ê ku eleqedarê zerreyekî ye, di mussemayê de, yek in. Îsmê Musewwîr ê ku tealluqê dara xurmê dike û îsmê Munşî yê ku têkildarê fêkî yê wê ye, her du, di mussemayê de, yek in. Jixwe, îsmê ku tecellîyê tiştê herî mezin dike, muhal e ku tecelliyê tişta herî piçûk jî, neke.
Î’lem eyyuhel ezîz! Di wucûda eşya yê ku di bin navê mumkîn de ye, texeyyur û guherîn heye. Yanî rewş û rengê wan diguhere. Lewma, tiştekî ku mumkîn be, sistî û sekan û sukûta wî ya domdar a di yeknesaktîyê de, ji rewş û rengê wî tiştî re, her wekî adem û tunebûn e. Lewra, rewşên wê tiştê yê pêşerojê, di adem û tunetiyê de dimînin. Nikarin rê ji xwe bibînin û derkevin wucudê. Edem û tunetî jî, êş û elemeke mezin e û şerr bi xwe ye. Lewma, çewa di tevgerê de lezzet heye, di rewş û kar û bar de jî guherîn û qulibîn heye; her wuha, ew êş û elema ku ji wê qulibîn û guherînê dertê, di alîkî de, nerind be jî; bi çend hêlan de jî, baş e.
Belê, di esnayê dewr û teslîma ku di şiklê tiştekî de çêdibe de, yên ku diçin xemgîn dibin; yên ku tên, memnûn dibin. Û wuhareng, heyat jî, dikemile û diselihe.