Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Belê, zatê ku rûyê gul û kulîlkan xemilandiye û xweşik çêkiriye, çewa ji bo wan rûyên rewşen, ji bilbil û mozan, aşiq û evîndarên hezkir û heyran çêneke? Ewê ku rindiya rûyê rindên rind xuliqandiye, helbet ji bo wê rindiyê, aşiq û evîndaran jî, diafirîne.

   Her wuha, Malîkul mulkê ku evê alemê, bi evqas neqş û nimûş û zînetan xemilandiye, helbet û elbet, wan xeml û xêz û manzarayên mucîze, antîqe, xarîqe, ji çavdêr û temaşevanan, ji aşiq û muştaqan, ji tellalên arif û zana, xalî û mehrûm nahêle. Va ye, çawa ku însanê kamil, bi sebebê camîiyeta xwe, dibe îlleta xayeya xulqa eflak û alemê, her wusa jî, ji afirandina kaînatê re bûye fêkî û encam.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Tewafuq û lihevhatina di navbera eşya de, çewa delaletê li ser wahîd û ehediyeta Sanî dike, texaluf û cihêtiya muntezem a ku di navbeyna tiştan de jî, şahidiyê dike ku Sanî, Muxtar û Hekîm e. Mesela, tewafuqa di ezayê esasî yê heywan de, xasma ya însan de û bilxesse temasul û sîmetriya di ezayên cot de, çewa ku burhan e ji wehdeta Xaliq re, her wusa jî, ew texaluf û cihêtîya ku di şekl û şemalan de heye, delaletê li ser îxtiyar û hikmeta Xaliq dike.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Mexluqê herî zalim, însan e. Ji ber şîddeta muhebbeta însan a ji nefsa xwe re, tiştê ku jê faîde û xizmetê dibîne, him hez dike, him qiymet didê. Ji tiştên ku ji fêkiyê wî îstîfade dike re dibe ebd û bende. Gava wer ne be, ne hez dike, ne jî qiymetê didê. Û dîsa, wer dizane ku îlleta xayeya ji hebûnê, heyat e. Lê haya wî, ji armanca bi hezaran hikmetên ku Xwedê Teala di jîndaran de çêkiriye tuneye. Ma qey, dervayê îmkan û îhtîmalê ye ku ev eşyayê xarîqeyê li alemê yê li ber çavan, hin numûne û esas bin, ji tiştên mîsalî, melekutî, berzaxî yên xerîbtir, xerîqetir, mucîzetir ra?

   Î’lem eyyuhel ezîz! Xwedê Teala, wan zerratên ku pê kaînatê teşkîl kiriye, ji şerîeta fîtriye ya xwe re berdest û mutî kiriye û ji emrên tekwînî re jî, kiriye emirber û mumessîl. Çawa mêşeke hingivê, bi cîanîna fermana kun ve, dikeve dirûvekî metlûb; her heywanekî din jî, bi îmtisala eynî emrî ve, tê ser rewş û rengê îrada îlahî. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat