Însanan jî, sewqê wî exlaqê pîs dike. Bi rastî, însan wusan hînê wê riyayê bûne ku çawa şexis kirine hêsîr û muptelayê wê, her wusa jî ev yeka anîne serê milletan, hetta serê unsûran jî. Xezete û rojnameyan ji wê riyayê re kirine tellal. Tarîxan jî, kirine çepikvan. Lewma, heyatên şexsî, di bin navê hemiyeta cahîliye yê de, dikin qurban û feda, ji heyata ûnsûrî ra.
Î’lem eyyuhel ezîz! Delîlên ku ispata nubuwweta Ehmedî dikin, jê yek jî, tewhîd e; yanî, hebûn û yekbûna Xweda ye. Belê, yê ku bi mertebeyên xwe, ala tewhîdê li ser diyarê girê herî jor a kaînatê çikandiye û digel bi meqamên xwe yên li hemberî nêrîn û nezera alemê, tellaltiya tewhîdê kiriye û wan heqîqetên ku pêxemberan mucmel û kurt hîştine, bi tefsîlat û berfirehî beyan û îzah dike, bes bi tenê Hezretê Muhemmed Eleyhîsselatu wesselam e. Lewma, bi qanda hêz û heqîqeta tewhîdê, nubuweta Ehmedî Eleyhîsselatu wesselam, heq û heqîqet e.
Î’lem eyyuhel ezîz! Ji bo xeml û kemalat û dîmenên xweşik ên ku li van pêşengehên îlahî yên ku li ser rûyê alemê hatine raxistin û ji bo heşmeta rubûbiyetê û ezameta ulûhiyetê re, çavdêr û geştvan û gerokek, muteheyyîr û mutefekkîrek lazim e ku wan xweşikayiyan bibîne; di nav wan dîmenan de geşt û gerê bike; bi tefekurê, bibe heweskar û heyranê wan neqş û nimûşan û wan xeml û xêzên xarîqe. Paşê ji wan pêşengehan têbighê û întiqalê celala Sanî, îqtîdar û kemala Malik bike û her wuha, ji ezameta wî re here secdeya heyretê. Yê ku karibe evê wezîfê pêk bîne, însan e. Lewra însan her çiqas cahil e, tiştekî tarî û zulumkar e; lê emma îstî’dadekî wî yê wusan heye, hêja ye ku bibe mînak û merkeza alemê.
Him di wî însanî de, emanetekî wusan hatiye danîn ku bi wî ya ve, xezîneya veşartî dibîne û vedike. Him quwwe û hestên di wî însanî de, ne hatine sînorkirin; serbest û mutleq hatine hîştin. Lewma, di alîkî de dibe xwedî şuûreke kullî ku şan û şa’şa’aya ezamet û heşmeta Sultanê Ezelî îdrak dike.
Belê, çawa rindî û bedewbûna maşûqê, nêrîn û nezara aşiqê dikşîne û dixwaze; rubûbiyeta Neqqaşê Ezelî jî, nezara însan îcab û îqtîza dike, ji bo ku bi heyret û tefekkurê, teqdîr û tehsînê, pêk bînin.