Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz!

وَاللّٰهُ مِنْ وَرَۤائِهِمْ مُحِيطٌ

   Belê, Xweda bi îlmê xwe ve, bi îrada xwe ve û bi sifatên xwe yên din ve, muhît e. Tu tiştekî  ku li dervayê daîra îhata wî be, tune ye. Feqet însan gava bala xwe dide ezameta Xweda û gerandin û dewirandina wî ya seyyarat û gersitêrkan a li dora rojê, dinêre; meşxuliyeta wî ya bi heywanê piçûk ê wek mêşê re, dûrî aqil û izzetê dibîne. Lewra Wacîbul Wucud, li mumkînat qiyas dike. Hale hale, li gora vê qiyasê jî, ev hukmê han, ji heywanên piçûk re zulm e. Lewra evana jî, li gora vî hukmî

وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ

  Xaliqê xwe tesbîh dikin û her wuha, ji Xweda Teala pêva, tu kesekî wek Reb nas nakin, nahewînin. Lewma, heqê yê mezin tuneye ku xwe li ser yê piçûk mezin bigre û xwe qure bike.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Di navbeyna îhsana umumî û îkrama şexsî de, nakokî û munafat tuneye. Mesela bi teklîfatî û daweteke umumî ya ziyafetekî ve, gazî û daweta şexsan jî, pêk tê. Yanî naête gotin ku ev ziyafet, ji ber ku umûmî ye, dawet li umûmê dinêre; şexs nayên nezera îtibarê. Lewma, bila neyê zenkirin ku nîmetên Xweda wek malê weqfê, yan jî mîna ava çem umûmî ne û di vî îhsanî de, qest û mebest, şexs nînin. Bîlakîs, di nav vê umûmiyetê de, xusûsiyet jî, meqsud e. Ji bo vê qasê, bête zenkirin ku: ji ber ku di van îkramên umumî de şexs ne meqsud in, lewma însan ji şukra wan re jî, mukellef nîne. Ev yeka han, (zenna) xeta û xeletî ye.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ger evê sefaheta dunyayê ya ku dê sibehê, te di zillet û rezaletê de bihêle û terka te bike, tu îro bi îzzet û şeref, terka wan bikî, tu yê pir ezîz û qedirbilind bî. Lewra, hêj ku wê terka te nekiribe, tu terka wê bikî, xêra wê bi dest dixî û ji şerrê wê xilas dibî. Feqet ger rewş bereks û berevajî be, encam û hukm jî berevajî dibe.

   Îlem eyyuhel ezîz! Medeniyeta ku bi çamûra fisqê qirêj bûye, însanan jî bi wê çamûrê dilewitîne. Mesela, navê riyayê, kiriye şan û şeref. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat