Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Û her wuha, gava ev teserrufat têne kirin, li şuunat û îcraatê nev’ên din jî, tête nêrînê. Û bi huceyratê bedenê re, zerreyên wan jî, têne xuliqandin. Û her wuha, ev hemû teserrufat, di hemû beş û biran de, bi eynî qudretê têne kirin û çêdibin. Çawa ku qet tu tiştek, heta dilop û pelqikan, dervayê tava rojê namîne. Her tişt, bi wê tavê, rohnî dibe. Her wuha hemû teserrufat, aîdê qudreta ezelî ne. Mudaxela tiştekî din tuneye. Ji zerreyê, heta kûreyê, qe tu tiştek, dervayê wê teserrufa qudretê, nîne.

   Xulase, ew Zatê ku mêjiyê mêşa hingivê, çavê mîqrobê tenzîm kiriye, ef’al û emelê te îhmal nake, beredayî, bê hesab, bê kîtab nahêle û di îmamê mubînê de dinivîse. Dê muhaseba te, li gora wê çêbe.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Bi şehadet û delaleta qudreta berfireh, hikmeta berbiçav û teserrufa mutleq a ku di her mesnu’ekî de û di her zerrekî de tê xuyanê, sabît e ku Sanîê hemû eşya, yek e, wahîd e û şirîkê Wî tune ye. Ne di qudreta Wî de parbûn heye, ne jî di îqtîdar û îxtiyara Wî de perçebûn heye. Lewma, Sanîê eşya, bes gere Wacîbul wucûd be û ji qudreta Wî ya ku bi mîzana qederê dimeşe re,  dawî tune ye.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Heywanê piçûk ên mîna mêş, pîrevok, kêç, tevî ku ji heywanên mezin ên wek fîl, gamêş û hêştir/deve zekîtir in; bi xilqeta xwe, xweşiktir in; di hêla sen’et ve, mukemmeltir in; umrê van kin, yê wan dirêj e; menfîeta van zahiren tune, ya wan heye. Va ye ev rewşa dide zanîn ku di xilqeta eşya de, kulfeta Sanî tune ye û delîleke eyan û eşkere ye ku wucuda her tiştî, girêdayê bi emrê (Kun) ve ye.

يَفْعَلُ اللّٰهُ مَا يَشَۤاءُ

لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat