Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! Weqta ku li diran û pençên heywanên wek şêran bête nehêrtin, tê fêmkirin ku ji bo dirrîn û nêçîrê hatine çêkirin. Mesela, weqta li xweşikayî û letafeta qawunê bê nihêrîn, tê zanîn ku ji bo xwarinê hatiye afirandin. Her wusa jî, gava li qabîliyetên însan bê nihêrîn, çawa jê tê fehm kirin ku wezîfa wî ya fitrî ubûdiyet e; dema meriv bala xwe bide wê ulwiyeta wî ya ruhanî û dereceya îştiyaqa wî ya ji ebediyetê re,  herî ewil tê fêm kirin ku însan di alemeke ji vê alemê letîftir de, ruhen hatiye xuliqandin; ji bo ku techîzat bigre, muweqqeten hatiye şandin bal bi vê alemê ve.

   Û dîsa, ji ber ku însan fêkiyê xilqeta kâînatê ye, lewma tê fêm kirin ku bi însanan re dendikek heye ku Xwedê Teala dara xilqetê ji wê dendîkê hêşîn kiriye. Ew dendika jî, bi îttîfaqa hemû ehlê kemalê û bigre bi ya nîvê beşer, bes bi tenê Hezretî Muhemmed Eleyhîsselatu Wesselam ê ku Efdalul xelq, Seyyîdul enam e.                                       

   Î’lem eyyuhel ezîz! Qey layiqê ulûhiyeta wî Xwedayê ku xaliq û nazimê erd û asîman ê ku şaşikeke bi neqşên reş û sipî xemilandîye, daye serê kurreya erdê, hinek sefhe û beşên alemê, bispêre mexlûqekî miskîn û ji wî re bihêle? Xêncî xwediyê erşê, ka kesekî ku di daîra îmkan de, teserrufê tiştên di bin erşê de bike, heye? Kella. Lewra, ji ber ku ew qudreta, qasir û qut nîne û qudreteke muhît û berfireh e, tu cihekî vekirî û yan qulikek namîne, da ku xeyr mudaxele bikin.

   Digel vê qasê, îzzeta îstîqlaliyet û ezametê û muhebbeta xwe-danasîn û xwe-danhezkirinê, musade nade xeyran; da ku wasiteyeke îsmî ya ku nezer û nêrîna îbadullah celb û kaşî ser xwe bike, hebe.

   Digel vê qasê, teserrufata ku di cuz û kullê de, new’ û ferdê de têne kirinê, ji ber ku di nav hev de ne û xwe sipartine hev, ne mumkin e ku ew teserrufanan, bêne dayîn li  faîlên cûrbecûr û muxtelîf.

   Mesela, tedbîr û îdara erdê, daxilê nîzam û întîzam û teserrufa alemê ye. Di nav tedbîr û îdara erdê de, tedbîra însanan jî, heye.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat