Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

divê ku alat û edewatên ku ji bona çapa piraniya kaînatê lazim in, hebin. Ev yeka jî, xurafeyeke wusa ne ku tu wehm qebûl nake.

   Û dîsa lazim e ku di her parçekî avê û axê û hewayê de, bi qasî hejmara nebatan, çapxaneyên veşartî hebin; da ku karibin teşkîlatên wan fêkî û kulîlkên bêjimar ên ku mahiyet û cîhazê wan mîna hev nînin, çêbikin. Yan jî, ji bo hêşînkirina ewê nebat û gîhayê bi tevî ewqas xeml û întizama wan ve, lazim e ku di her perçekî ji wan her sê ûnsûran de, ilm û qudretekî wusan hebe ku karibe xasiyet û cîhaz û mîzanên hemû daran û fêkiyan û kulîlkan bizanibe. Lewra her parçeyekî ji wan her sê unsûran, dikare bibe sedem û çavkaniya çêkirina her hêşînayiyekê. Belê xweliya di guldankekê de, qabîliyeta wê, ji hêşînkirina her toximê gîha û nebatekî re û cîhaz û şekl û sifatên wan ên din ên cihêreng re, heye. Lewma, li gor wan kesên ku ketine rêya duduyan, lazim e ku di nav wê guldanka piçûk de, makîne û fabrîqeyên veşartî yên bêjimar hebin; ku ji vê yekê, ehlê xurafan û ehmeq jî, şerm dikin.

   LEM’EYA PÊNCAN: Herfeke ku di kitêbekê de hatiye nivîsîn, bi yek hêlekî de, xwe nîşan dide û delaletê li ser hebûna xwe dike. Feqet ew herf, bi pir aliyan ve, nivîskarê xwe nîşan dide û neqişvanê xwe, dide zanîn.

   Her wusa jî, her kelîmeyeke ku di kitêba kaînatê de bi cîsimtî hatiye nivîsîn, her çiqas bi qasê xwe, xwe nîşan dide; lê  bi gellek hêlan ve –him bi tevahî, him jî her yek bi tena serê xwe– Sanî û Sen’etkarê xwe nîşan didin, esmayê wî, rave dikin. Û bi wesfên xwe, bi şekl û şemalên xwe, bi neqşên xwe ve, her wekî qesîdeyekî ne ku ji bo metha Sen’etkarê xwe, hatine nivîsîn. Lewma merivekî ku mîna Îbnî Hebenneqa ehmeq be jî, gere nekeve rêya înkara Sanîê Zulcelal.

   LEM’EYA ŞEŞAN: Xwedê Teala çawa di hemû cuz û cuziyatan de, sikkeya xwe ya taybetî û di temamê kull û kulliyatan de, mohra xwe ya xas daniye;  her wusan jî, li çar niqalê erd û asîman, bi xatema wehdaniyetê û tevaya kaînatê, bi sîkkeya ehediyetê muhr kiriye. Ji wan sikke û muhr û xatemên ku me qala wan kir, mesela li vê xatema îlahî ya ku awayê îhya û nefha ruh/vejiyandin û ruhdarkirina ku ev ayeta  

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat