Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! Meqset ji xilqeta însan, keşf û nîşandana xezîneyên îlahiyên veşarî ne. Û da ku bibe delîl û burhan û neynikeke nûranî, ji Qedîrê Ezelî re û bibe ayîneyeke şeffaf ji tecelliya cemala Ezelî re. Bi rastî, ji ber ku însan, ew emanetê ku erd û asîman û çiya ji hilgirtina wî acîz mane, hildaye milê xwe, gihîştiye rewşeke rûmetdar û rewnaq. Lewra faîde û fêkîyeke ewî emanetî jî ev e ku însan wezîfa wahidekî qiyasî û mîhengekî pêk tîne ji bo fehmkirina sifatê Îlahî.

   Digel ku meqset ji xilqeta însan, naskirina Xweda û fehmkirina sifatê Wî ne, pirê însan, ji me’rîfeta îlahî re dibin perde û rê li ber digrin. Her çiqas ku wezîfa wî, vekirin û rakirina van perda ne, bîlakîs digre û girê dide. Her çiqas wezîfa însan, neşra tav û roniyê ye, hale hale wan ditefîne, ditemirîne. Di şûna îlana tewhîda Xweda de, şirîkan çêdike. Û her wuha, her çiqas mukellef e ku-îtiqaden- bi nûra îmanê li mexlûqê Xweda binêre û milk teslîmê wî bike; lê bi dûrbîna enaniyetê, li xelqê dinêre û milkê Xweda li wan parî dike. Bi rastî  

اِنَّ اْلاِنْسَانَ لَظَلُومٌ جَهُولٌ

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ey nefs! Eger tu bi teqweyê û bi e’melê salih ve, Xaliqê xwe razî bikî, hewce bi tehsîla riza xelqê tune ye. Lewra riza Xweda kafî ye. Ger xelq jî li ser hesabê Xweda razî be û muhebbet bike, ew baş e. Şayet, ya wan, li ser hesabê dunyayê be, tu qîmeta wê tune. Lewra ew jî, mîna te, ebdê aciz in. Digel vê yekê, di teqîba deq û rêya duduyan de, çawa şirka xefî heye; her wusa jî, tehsîla wê jî, ne mumkin e. Belê, merivekî ku ji bo meslehetekî muracaetê Sultan bike, ger Sultan razî kiribe, dê ew kar bête cîh. Ku nekiribe, bi rica xelqê, ew îş gelek bi zehmetî tête dîtin. Digel vê yekê, dîsa îzna Sultan lazim e. Îzna wî jî, girêdayî bi riza Wî ye.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Wacîbul wucûd, çawa di zat û mahiyeta xwe de, mîna mexlûqat nîn e, di fîîlê xwe de jî, wek wan nîne. Lewra li ba qudreta Wacîbul wucûd, ferqa nêz û dûr, pir û hindik, biçûk û mezin, ferd û new’, cuz û kull tune ye. Û her wuha, dîsa di fîîlê Wî de mubaşereta bizzat tune ye. Feqet qudreta mexlûqat, ne di vê dereceyê de ye. Ji ber vê qasê, nefs fîîlê Wacîbul wucûd, nikare bişibihîne fîîlê xwe. Ji bo fêmkirina vê heqîqetê, aqil muteheyyîr û metel dimîne. Fîîlên Xaliq, bêfaîl zen dike.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat