Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Î’lem eyyuhel ezîz! Daxwaza nefsa natiqe ya însan a herî mezin, dewam û beqa ye. Hetta gava bi dewameke wehmî ve xwe nexapîne, lezzetê ji tu tiştekî nagire. Ew çax, ey nefsa ku dewamê dixwazî! Zikra Zatekî daîmî berdewam bike, da ku tu dewamê bibînî. Ji wî ya nûr û ronahiyê bigre, da ku netefî, netemirî. Ji cewherê wî re bibe zerf û sedef, da ku tu qîmetdar bî. Ji nesîm û hêwa zîkrê wî re bibe beden, da ku tu jîndar bî. Destê xwe bavêje bendê tîroja îsmekî ji esmayên îlahî, da ku tu nekevî behra adem û tunebûnê.

   Ey nefs! Xwe bispêre wî Zatê Qeyyumê ku te hilgirtiye û nahêle tu bikevî. Nehsed û nod û nehê wucûda te, di bin uhdeya Wî de ye. Di destê te de, yek parek tenê dimîne. Ya baş, tu wî perçeyî jî, deyne xezîna wî; da ku tu rehet bibî.

   İ’lem eyyuhel ezîz! Tu, ne qadirê çêkirina wucûda xwe yî. Û destê te ji îcada wê re kurt e. Yên dervayên te jî, aciz û qasirên wî karî ne. Ger dixwazî, ka biceribîne. De ka zimanekî ku wek dara gotinan e, yan jî devekî ku wek santrala te’m û ragihandinê ye, çêke. Helbet nikarî çêkî. Nexwe vêca, ji Xweda re şirîkan çêneke!

اِنَّ الشِّرْكَ لَظُلْمٌ عَظِيمٌ

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ev alema li ber çavan, wek dikanekî ye û wek depoyeke îlahî ye. Tê de mensucat û qumaşên cûrbecûr, xwarin û xwiregên cihêreng, meşrûbat û şerbet û vexwarinên cuda cuda hene. Qismek ji wan kesîf û hişk in, hinek letîf û tenik in; hinekê wan zaîl û borîk in, hinek daîmî ne; hinekê wan kakilekî hişk in, lub in, hinek avî ne û hwd. her cûre hene. Feqet qismekî wan, nesc û hunandineke îcadî ne. Qismek jî, neqş û nimûşek e ji tecelliyatê ra. Li gora fîkra batil a feylesofan, îcad û neqş, yek in. Xwediyê wê dikanê jî, mucîbê bîzzat e(mecbûrê çêkirinê ye).

   Î’lem eyyuhel ezîz! Şirka xefî ya ku ji enaniyetê dertê, gava mezin dibe û digivire, diqulibe şirka sebeban. Eger eva jî berdewam bike, werdigere kufrê. Ger ev jî bidome, kaşê tetîlê, yanî bêxudatiyê dibe. El-‘İyazû bîllah.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat