Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

dinyewî bixe rengekî ebedî, desîseke wê ya awha jî heye ku dibêje: “Her çiqas encamên xwestekên min di dinyayê de neyên dîtin jî, eslê wan bi axretê ve ne û li axiretê dê kêr bên.” Û wuhareng, li ber dilê xwe dide û mutesellî dibe. Mesela: tiştekî wek ilmê re dibêje ku “Li dinyayê her çiqas kêr neyê jî, di axiretê de bêfaîde nîne” û wuhareng aliyê baş nîşan dide û di bin de, alîyê xirab, dide daqultandin.

   Xulase: Nefs mîna hêştirme/çûkdevê ye. Şeytan Sofestaî ye; hewa jî, Begtaşî ye.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Derheqê xulqa eşya de, gava mucîbeyê kulliye ne rast be, ew çax lazim e ku salîbeyê kulliye rast be. Yanî, yan xaliqê hemû eşya, Xweda ye, yan jî Xweda xaliqê tu tiştekî nîne. Lewra ew hevkarî û tesanuda muntezem a di navbera eşya de û xulqiyet û çêkirina wan, kullek e wusa ne, ku parbûn û perçebûnê qebûl nake. Tê de bir û beş û ba’ziyet tune ye. Yan ewê bibe mucîbeyê kulliye  yan jî salîbeyê kulliye. İhtîmaleke din, tune. Tu qîmeteka wê wehma vala ya ku di her tiştî de tunebuna îlletê wehim dike, tune ye. Lewma, weqta ku di tiştekî edna de, eserê xaliqiyetê bê dîtin, di temamê eşya de, teheqquq dike.

   Û dîsa, Xaliq yan yek e, yan jî bêhed in. Navbeyna wê tune. Lewra gava Sanî, yek wahidê heqîqî nebe, ew çax lazim e kesîrê haqîqî be. Kesîr û pir ê heqîqî jî, bêhed û bêhesab in.

   Her wuha, muhal e ku tişta rohnî bide, bêronahî were hesibandin; her wusa jî yê ku îcad dike, bêwucûd be; û yê îcab dike, bêwucûb be; belê ev muhal e.

   Û dîsa, muhal e ku yê sifatê ilmê dabe, bêilm; yê ku şuûr îhsan kiribe, bêşuûr; yê îxtiyar dabe bêîxtiyar; yê îrade bexşandibe, bêîrade; sanîê kamil ê eşya, bêkemal; bê hesibandin.

   Û dîsa, ku merivekî wusa bifikire ku yê çav çêkirye, dîtinê teswîr kiriye û nêrînê rohnîdar kiriye, bêdîtin û beser e; ev ancax elametê tunebûna çav û basar û basîreta wî mirovî ye. Digel vê qasê, kemalata di mesnuat de, hemû feyz û fêkiyên kemala Sanî in ku jê diherikin. Feqet mikrobekî ku ji teyran tenê mêşê dîbe, wexta qertelê bibîne, dê bêje “ev ne teyr e”. Lewra tiştê ku di mêşê de dîtibû, di qertelê de tune. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat