Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Nexwe ew çax, evî umrê xwe yî kin û fanî, li tiştê fanî serf neke, da ku fanî nebe. Li tiştê baqî serf bike, da ku baqî bimîne.

   Belê, ji wî umrê ku tu dijî, faîdeya ku tu li dinyayê jê digrî, herî pir sed sal e. Em ferz bikin ku ev sed sal umrê te, wek sed heb dendikê xurman e. Eger evan dendikanan bên avdan û bêne parastinê, îla-mâşâellah ewê meywe bidin û bibin sed heb darê xurman. Wer ne be, xêncî şewata agir, kêrî tu tiştekî naynê. Her wusa jî, ew sed sal umrê te, eger bi ava şerîetê bê avdanê û ji bo axîretê bête serfkirin, tu yê di alema beqayê de, îlel ebed ji fêkî û semereyên wan îstîfade bikî.

   Ji ber vê qasê, kesê ku bi terka sed darê xurma yê bi fêkî û bi qenaeta sed dendikê xurman, bixape; ew mirov, musteheq e ku ji hutame(cehennem) yê re  bibe hetab(êzing). 

   Î’lem eyyuhel ezîz! Ji xizne û çavkaniyên wehm û weswese û şik û şuphe û dalaletan, jê yek jî ev e ku; nefs, xwe ji dervayê daîreya tecelliyatê sifatê îlahî û qederê dihesibîne. Paşê xwe di şûna yekî ji wan ê ku mezherê tecelliyatê bûne de, ferz dike. Di wê de fanî dibe. Paşê tîne tê bi hin te’wîlan, wî tiştî jî, ji daîra mulkê Xweda û ji teserrufa Wî derdixe. Ewê jî, tîne dixe ewê şîrka xefî ya ku ew bi xwe tê de ye. Û hin rewş û rengên ku ji şîrkê xefî girtibû, eksê wî mesumê jî, dike.

   Xulase: Nefsa emmare wek heştirmê(çûkdeve) tişta ku aleyha wê de ye, di lehê xwe de, zen dike. Û yan jî mîna sofestaîyên ehlê munaqeşeyê ne, ku wekîlê wan redda hev dikin. Tearuzan û tesaqutan (bi pevçûn û hevpûçkirinê), tên ser wê hukmê ku dibêjin, “Di destê tu kesî de jî, heq tune ye”.

   Î’lem eyyuhel ezîz! Nefsa xafil zen dike ku alema axîretê, bi dunyayê ve ye û warekî ku bi dunyayê ve girêdayî ye. Ji bo vê qasê, di destê nefsa emmare de du sîlah hene. Ji bo ku ji êş û elema fena û zewala dunyayê xilas bibe, bi fikra axîretê, hêvîdar dibe. Gava mesele were ser kulfet û zehmeta e’melê ku ji axiretê re lazim in, bi xefletê yan jî xwe li nezaniyê datîne û xwe ji wan jî xilas dike. Nafikire ku ên mirî ne, ne li heyatê ne. Bîlakîs wer zen dike ku ewana, her çiqas wek insanê ku çûbin seferê naynên xuyan jî, feqet li heyatê ne. Û ewqas ehemmiyetekî nade mirinê. Ji bo ku hin kar û barên xwe yê 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat